15 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Rûpelek nû an durûtî?

Di mijara muzakereyên bi Ocalan re, heta îro Erdogan û AK Partî tiştekî zelal negotine, tenê peyvên “rûpelek nû”, “em bazarî nakin”, “Tirkiyeya bê teror” dubare dikin. Lê ji bo rûpelekê nû, tu gaveke hiqûqî an siyasî navêjin.

Salek di ser pêvajoya aştî û demokrasiyê re derbas bû. Her çend geşedanên vê pêvajoyê ne bi temamî li gorî pêwistiyên pêvajoyên bin jî, bi pêşengî û înîsiyatîfa Ocalan gelek gav hatin avêtin. PKKê xwe fesih kir û çek berdan, lê tecrîda li ser Ocalan hîn jî berdewam e. Dengê Ocalan bi rêya şandeyên Îmraliyê digihêje raya giştî. Li meclîsê komisyonek hate damezrandin, û ev komîsyon bi beşên cuda yên civakê re hevdîtinan dike. Lê li gorî pêwistiyên vê pêvajoyê, xebatên komîsyonê heta cihekî tê û dixitime. Ev xitimandin encex pêşî vekirina deriyê ji bo ku Ocalan azad bixebite û destpêkirina muzakereyên rasterast bi Ocalan re vedibe.

Hemû kesên di vê pêvajoyê de beşdar in baş dizanin ku encameke serkeftî ya vê pêvajoyê bi muzakereyên bi birêz Ocalan re girêdayî ye. Di dîroka têkoşîna azadiyê ya cîhanê de, civakeke demokratîk û aştîyeke mayînde bi rêya muzakere û hevdîtinan pêk tê. Ev ceribandin şênber in. Birêz Ocalan gelek caran anî ziman: “Tenê kesên ku şer dikin dikarin li hev werin û şer bidin sekinandin.” Ev şer ne şerê gelê kurd û gelê tirk an gel kurd û civakeke din e. Lê ev şer nerazîbûna gelê kurd li hember nûnertî û rêveberiya komara yekperest e. Gelê kurd birêz Ocalan wekî vîna xwe îlan kiriye. Wekî ku hemû aliyên dewletê jî qebûl dikin, îradeya damezrîner û serokê PKKê Ocalan e. Ew ê ku karibe bi PKKê çek bide berdan û raya giştî ya gelê kurd îqna bike jî Ocalan e, ji ber ku gelê kurd û PKK bi Ocalan bawer e û serbilind e. Lewra, ji bo serkeftina vê pêvajoyê, divê komîsyona ku bi pêşniyariya Ocalan li meclîsê hatiye damezrandin, gaveke berbiçav biavêje û bi hevdîtinên rû bi rû bi Ocalan re dest bi muzakereyê bike.

Mixabin, heta îro gaveke şênber ji bo destpêkirina muzakereyên bi Ocalan re nehatiye avêtin. Hemû berpirsiyar berpirsiyariyê ji ser milên xwe davêjin. Lê êdî ev gihîştiye astekê ku bê muzakereyên bi Ocalan re, tiştek vê pêvajoyê bi rêve nabe. Ji ber vê yekê, di van rojên dawî de, pêwistiya hevdîtinên bi Ocalan re bi awayekî ciddî û bi navên cuda tê ziman.

Wekî ku tê zanîn, pêvajo bi banga Bahçelî ya 22yê Cotmeha 2024an dest pê kir. Bahçelî gotibû: “Ocalan bê meclîsê, di koma DEMê de biaxive, PKK fesih bike.” Ev bang di 2025an de bi hevdîtinên DEM Partiyê li Îmraliyê (28ê Kanûna 2024, 22yê Çile, 27ê Şubat) û kongreya PKKê (5-7ê Gulan) pêş ket. Komîsyona Meclîsê ya bi înîsiyatîfa Numan Kurtulmuş di Tebaxa 2025an de hate damezrandin. Lê mixabin, Bahçelî sozên xwe neanîne cih. Ocalan hîn di bin tecrîdê de ye, mafê hêviyê nehatiye qebûlkirin, û şert û mercên jiyaneke azad û xebateke azad ji bo Ocalan nehatine peydakirin. Lê Bahçelî baş dizane ku bê hevdîtin û muzakereyên bi Ocalan re, pêvajo nameşe. Ji ber vê yekê, wî Bahçeli di 7ê Cotmehê de got: “Komîsyon dikare bi Ocalan re rû bi rû biaxivin, SDG/YPG jî bang bike.” Şêwirmendê Erdogan jî di 6ê Cotmehê de got: “Guhdarîkirina Ocalan ne muzakere ye, tenê guhdarîkirin e; biryarên wî yên ‘damezrîner’ girîng in.” Ev gotin xweş xuya dikin, lê şert danîne, wekî banga li SDGê, û nêzîkbûna wan ne bi rengê muzakereyê, bi rengê wergirtina beyanê ye. Eger ev gotin bi cih bên jî, ew ê pêvajoyê hiqûqî bikin, lê bê azadbûna birêz Oalan pêk nayê. “Guhdarîkirin” bêyî reformên edaletê (mafê hêviyê yê DMMEyê, rakirina tecrîdê) ne bes e – ev wekî “ewarekirina civakê” xuya dike, ne guhertineke kûr.

Serokê meclîsê Numan Kurtulmuş jî di 26ê Îlonê de li ser hevdîtina bi Ocalan re axivî û got: “Hêj ev mijar nehatiye nav rojeva komîsyonê. Eger bê nav rojeva wê jî, komîsyon dê biryarê bide. Biryar bi piraniya bi taybet têne girtin. Biryareke ku ez bidim ne di rojevê de ye.” Bi rastî, hevdîtina komîsyonê bi Ocalan re rasterast berpirsiyariya Kurtulmuş e. Lê Kurtulmuş ji lêystina rola xwe direve. Serokê giştî yê CHPê Ozgür Ozel jî li ser nîqaşên hevdîtin û muzakereya bi Ocalan re wiha got: “Eger meclîs wê tiştekî bi vî rengî bixe rojeva xwe, bila bixe rojevê, em bibînin. Bila serokê meclîsê bixe rojevê, MHP û AKP helwesta xwe nîşan bidin. Paşê jî bên ji min bipirsin. Bila AKP destpêkê helwesta xwe diyar bike. Hejmara heyetê diyar bike. Serokê meclîsê ji kîjan partiyê kê vedixwîne, bila bike. Bi şeytankirina CHPê re, dema ku bê hesabê wan, bila nedin pêş.” Di mijara muzakereyên bi Ocalan re, heta îro Erdogan û AK Partî tiştekî zelal negotine, tenê peyvên “rûpelek nû”, “em bazarî nakin”, “Tirkiyeya bê teror” dubare dikin. Lê ji bo rûpelekê nû, tu gaveke hiqûqî an siyasî navêjin. AKP û Erdoğan di derbarê hevdîtin û muzakereyên bi birêz Ocalan re bi dilê xwe dibêjin ku raya giştî ji bo muzakereyên bi Ocalan re ne amade ye, û berpirsiyariya xwe dispêrin raya giştî.

Em vê yekê eşkere bêjin: Kes birê ji berpirsiyariya xwe nereve. Di serî de Bahçelî sozên xwe yên 22yê Cotmeha 2024an bi cih bîne; azadbûna fîzîkî ya Ocalan pêk bê, da ku Ocalan ji bo aqûbeta vê pêvajoyê rola xwe ya dîrokî bilîze û muzakere di şert û mercên wekhev de bike. Serokê meclîsê û serokê komîsyonê Kurtulmuş birê berpirsiyariya xwe bilîze û di demek zû de ji bo hevdîtin û muzakereyên bi Ocalan re hevdîtin pêk bîne. Heman berpirsiyarî berpirsiyariya meclîsê û muxalefetê ye jî. Lewma, meclîs û muxalefet nikare bêje da ‘ku ev mijar were rojevê’ û ji berpirsiyariya xwe bireve. Lê berpirsiyariya herî mezin ya dewletê û desthilatdariyê ye. Ji ber vê yekê, Erdoğan û AKP ji bo hevdîtina bi birêz Ocalan re rojek beriya rojekê tevbigerin û ji bo ku ev pêvajo biguhere, aştîyeke mayînde û civakeke demokratîk dest bi muzakereyê bike.

Dema ku hûn dibêjin raya giştî ne amade ye, ev tê wateya ku hûn bi durûtî tevdigerin. Ji ber ku raya giştî baş dizane û dişopîne ku hûn li girava Îmraliyê bi birêz Ocalan re hevdîtinan dikin. Lê hûn naxwazin dengê birêz Ocalan ê aştî û demokrasiyê bigihêje raya giştî. Ji ber ku eger dengê birêz Ocalan bigihêje raya giştî, ew ê derxe holê kî aştîyê dixwaze û kî ji aştîyê direve. Ji bo ku kîmasî û durûtiya we dernekeve holê, hûn dibêjin “raya giştî ji bo hevdîtin û muzakereyên bi Ocalan re ne amade ye”. Raya giştî ji bo aştî û civakeke demokratîk amade ye û baş dizane ku riya aştî û civaka demokratîk bi rola û bandora Ocalan ve gaveke sereke ye.