Dengbêjî, di çand û dîroka gelê kurd de xwedî cihekî grîng e. Bûyer û geşedanên ku di dîroka kurdan de qewimîne bi saya dengbêjiyê heta roja me ya îro hatiye. Dengbêjên weke Evdalê Zeynikê, Ferzê, Reso, Şakiro, Mele Nûriyê Meterî, Zahiro û hwd. bi saya wan ev kevneşopî heta roja me ya îro hatiye. Dengbêj Mihemedê Şêx Mîrî jî yek ji van dengbêjan e ku vê kevneşopiyê didomîne. Dengbêj Mihemedê Şêx Mîrî ku li Mala Dengbêjan a Amedê distire ji rojnameya me re axivî.
Mihemedê Şêx Mîrî, diyar kir ku ew ji 12-13 saliya xwe ve dengbêjiyê dike û wiha got: “Me wê demê Radyoya Erîvanê gelek caran guhdarî dikir. Di dawiyê de rehmetiyê bavê min teyîbek stend û anî malê. Me qasetan dida ser û bi wî awayî me guhdarî dikir. Dema ku min dengbêjan guhdarî dikir, gelek caran bandor li min dikirin. Gelek caran ez difikirîm û min ji xwe re digot, gelo çima ev bûyerên ku qewimîne xuya nakin? Min tim pirsên wisa ji xwe re dikir. Wê demê jî li her derê zimanê kurdî qedexe bû û dengbêj jî nikaribûn qasetên xwe bifirotina.”
Mihemedê Şêx Mîrî, anî ziman ku êdî kes weke berê rûmetê nade dengbêjiyê û wiha got: “Dengbêjî di dîrok û jiyana kurdan de tiştek gelek birûmet e. Dema ku dengbêj distirên hemû êş, elem û bûyerên li Kurdistanê hatine jiyîn radixe ber çavan. Ya dinê hemû kiryarên li Kurdistanê hatine jiyîn û nehatine tomarkirin, ew jî dîsa bi saya dengê dengbêjan zindî maye. Yeka dinê jî evîndariyên Kurdan aniye û nehiştine bê windakirin. Lê mixabin di roja me ya îro de rûmeta dengbêjan gelek kêm e. Êdî tu kes weke berê rûmetê nade dengbêjiyê.”
Mihemedê Şêx Mîrî, di berdewamê de bal kişand ser çand û hunera kurdî ya modern ku ew ji aliyê hunermendên nûjen û amûrên muzîkê yên nû ve tên pêşkêşkirin û wiha axivî: “Berê di dengbêjiyê de ew qas amûr tune bûn, amûrên ku hebûn def, zurne, bilûr û erbane bûn. Wê demê tenbûr gelek kêm bû, ji ber vê yekê dengbêjî pir li pêş bû û di her şahiyê de dengbêj hebûn. Piştre rewş guherî, hunermend û amûrên muzîkê zêde bûn. Ji ber ku amûr zêde bûn dengê amûrên muzîkê bêhtir li civakê xweş hat û her ku çû dengê dengbêjan ji civakê re giran hat. Dema dest bi muzîka modern hat kirin, huner ji aliyê aboriyê ve bêhtir derket pêş û konser hatin çêkirin. Piştî aborî derket pêş ji çand û hunera kurdî dûrketin zêde bû. Niha jî gelek kilamên dengbêjiyê veguheriye ser amûrên modern û bi piraniya wan hatiye lîstin. Îro li erdnîgariya Kurdistanê kesên ku ji bo dengbêjan û dengbêjiyê konseran bide tunene. Îro cihê ku dengbêj lê hene li cihekî biçûk mala dengbêjan û carna jî li ser bernameyên televîzyonan dertên.”
Qîmetê nadin dengbêjiyê
Mihemedê Şêx Mîrî, da zanîn ku çand û hunera kurdî her ku diçe winda dibe û got ku windabûna kevneşopiyên çand û hunera kurdî ne tenê bi sazî û dezgehên kurdî ye, divê ku hemû bi platformên heyî zindî bê hiştin û wiha pêde çû: “Dema ku hemû civak bi hev re xwedî li çand û hunera xwe derkeve dê ev çand winda nebe. Êdî hunermend jî weke berê guhdarî dengbêjan nakin û ev jî tiştekî gelek girîng e. Wekî ku ew xwe di ser dengbêjan re dibînin. Ev jî ji bo me gelekî şerm e. Gelek ciwanên me yên ku dengê wan xweş e ji ber ku aborî tune ye nayên vir. Dema ku mirov lê dinihêre gelek caran konser li vir tenê lidarxistin. Ji bo vê jî bangî hunermendên biyanî dikin. Ev jî dihêle ku ciwanên me xwe ji vir dûr bigirin. Ev jî kemasiyeke û divê dev ji vê hişemndiyê bedin. Dema ku Newroz çêdibe siyasetmedar dertên ser dikê bi saetan diaxivin û yek du jî hunermend tên wir lê dîsa dengbêj li wir jî tune ne û hunermend jî yên biyanî ne. Ev bixwe jî tiştekî ku bi me dide windakirin e.”
Hestên ku dide avakirin
Mihemedê Şêx Mîrî, diyar kir ku dema kesên biyanî û yên nebiyanî tên li wan guhdarî dikin ew hestên gelek xweş bi hev re dijîn û wiha axivî: “Sala çû yî van deman komek ji Yewnanîstanê hatibûn, min ji wan re kilama Geliyê Zîlan got û dema ku min stran digot min dît sê çar ji wan digirîn. Piştî kilamê gotin wan me jê fêhm nekir lê melodiya wê me xemgîn kiriye. Dema ku min qala bûyerê ji wan re kir xemginiyan wan zêdetir bû. Gelek kesên tirk jî tên me guhdar dikin. Her çiqasî wateya kilaman nizanin jî ji ber sewt û awaza me xemgîn dibin. Ew jî carinan hestên xweş dide dengbêjan. Ev ji bo me gelekî girîng e.”