Xebatên meşa mezin bi hemû lez û beza xwe berdewam dike. KON-MED’ê ji Firansa, Belkçîka, Îngîltere, Swîsre, Holanda, Danîmarka û gelek welatên Ewropa dê beşdarî meşa mezin bibin. Niha li her welatî federasyon û konfedarsyon vê xebatê dimeşînin û dê bi 160 otobusan gel bimeşin Kolnê. Amadekariyên teknîkî yên meşa mezin a Almanyayê bi dawî bûne. Pêkhateyên KON-MED’e bi ziyareta malbat, esnaf û saziyan xebatên xwe berdewam dikin.
Hevseroka Konfederasyona Civakên Kurdistanê (KON-MED) a Almanyayê Rûken Akça, der barê xebatên ji bo mîtînga 16’ê mijdarê agahî dan û got: “Em wekî Almanya malovaniya çalakiya mezin dikin. Dê tevahiya welatên Ewropayê di 16’ê mijdarê de bên Almanyayê. Em wekî konfederasyon KON-MED û 5 federasyonên xwe û meclisên gel û tevahiya sazî û pêkhateyên xwe xebatên mîtînga Kolnê dikin. Em bi dowîz, pankart, belavok û daxuyaniyan xebatê dikin. Ji bo beşdariya mîtîngê em bi dostan re hevdîtin dikin.”
Hezar û 300 parêzeran xwestin biçin Îmraliyê
Rûken Akça, da zanîn ku di 10’ê Cotmeha 2023’an de di pêşengiya dostan pêngava “Ji Rêber Apo re Azadiya Fizîkî ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” hatibû destpêkirin û wiha axivî: “Çalakiya ku ji aliyê dostên kurdan ve dest pê kir, li cîhanê belav bû. Hem çalakiyên girseyî hatin li darxistin û hem jî pirtûkên Rêber Apo li tevahiya welatê Ewropaye hatin xwendin. Gelek konferans pêk hatin. Hiqûqnas û akademîsyen beşdar bûn. Hiqûqnas û akademîsyenan li gel parazvanên mafên mirovan gelek konferans pêk anîn. Di pêşengiya jin û ciwanan de civînên gel hatin lidarxistin. Di çarçoveya pêngavê de Zêdeyî Hezar û 300 parêzeran serî li rayedaran dan ku biçin Îmraliyê. Dîsa akademîsyenan serî li wezîran dan ku biçin Îmraliyê bi Rêber Apo re hevditin bikin. Rewşenbîrên ku xelata nobelê girtin serlêdan kirin û xwestin bi Rêber Apo re hevdîtin bikin û xwestin Rêber Apo bi awayekî fizîkî azad bibe. Eger di 26 salan de me zû ev xebat kiribûna dê Rêber Apo zûtir azad bûbûya. Em rexnedayîna xwe didin ku heta niha me bi şêwazekî wisa xebat nekir. Lê niha piştî van xebatan dostên kurdan li Almanyayê zêdetir bûye û paradîgmaya Rêber Apo li ewropa pêl bi pêl belav dibe. Gelê Alman dibêjin êdî Ocalan ne şexsek e, ew fîlozofê demê ye. Fîlozofê sedsala 21’an e. Di sedsala 21’an de Rêber Ocalan ji bo civakan jiyanek konfederalîzmê ava dike û pêşkêşî civakê dike. Herî zêde jin û ciwan bi fikrên Rêber Apo bi bandor dibin. Dostên kurdan ji kurdan zêdetir xebatên azadiya Rêber Apo dikin. Ev yek hêzê dide me.”
Êdî serok û rêberê Kurdan heye
Hevseroka KON-MED’ê Rûken Akça, anî ziman ku hem bi saziyên dewletê re û hem jî bi saziyên civakî re hevdîtinê dikin û wiha axivî: “Dostên kurdan konfernasan pêk tînin. Di hemû çalakiyan de li gel me cih digirin. Ahengek pir xurt derketiye holê. Me di 17’ê sibatê de li Kolnê meşek pêk ani. Girseyê pira di ser re derbas bun hejandin. Rojnameyên Alman manşeta “Kurdan pir hejand” avêtin. Îsal dostên kurdan di nava xwe de heneka “Vê carê dê kurd Kolnê bihejînin” dikin. Divê dewletên Ewropa bibînin ku Kurd ne Kurdên 100 sal berê ku bi Peymana Lozanê parçe bûn in. Kurd 100 sal berê bê serok û bê rêber bûn. Lê niha serok û rêberê Kurdan heye. Sed sal berê kurd kirin çar parçe, lê di salên dawî de kurdan ji ser axa wan koç dikin û berê wan didin Ewropa û kirin penaber.
Gotin dê kurd li Ewropa asîmîle bibin. Gotin dê kurd xwe, welatê xwe û her tiştê xwe ji bîr bike û winda bike. Lê nizanîbûn Serok Apo bi fikr û felsefeya xwe rêbertiya gelan kir û kurdên mirî ji nûve zindî kir. Kir xwedî vîn û felsefe. Ji ber vê yekê jin bêtir li Rêber Apo xwedî derdikevin. Dema gelê Alman li rewşa Rojava dinere û pirtûkên Rêber Apo dixwîne, dibêjin Serok Apo filîzofê sedsala 21’ê û Rojhilata Navîn e. Em çiqas karibin Serokê xwe li Ewropa û cîhanê bidin nasîn, dê xwedîderketina li Rêber Apo jî ew qas mezin be. Me bi mehan berê ji bo meşa 16’ê mijdarê serlêdan kir. Di aliyê teknîkî de hemû amadekariyên me xelas bûne. Em niha pankart û dowîzên xwe amade dikin. Li ser navê akademîsyenên xelatên Nobelê girtine dê peyamên xwe bidin. Parêzer dê peyamê bidin. Welatên ku berê ji ber enerjiya li Tirkiyeyê çavên xwe li sûcê Tirkiyeyê digirtin, êdî ji ber xeta enerjiyê hatiye guhertin dê êdî çavên xwe ji Tirkiyeyê re negirin. Êdî rojên reş û tarî li pêş Tirkiyeyê ye.”
Rûken Akça bibîr xist ku piştî konsepta 2014’an bi hezaran ciwanên kurd koçberî Ewropayê kirin û got: “Ciwanên kurd ku hatine Ewropa, vê bişaftin û polîtîkayê qebûl nakin. Niha nêzî milynek kurd li Almanayê dijîn. Hemû kesên hatine vir, vê zilmê qebûl nakin. Li vir li ber xwe didin û li saziyan xwedî derdikevin.
Mal bi mal digerin
Akça da zanîn ku ew bawer dikin ku dê bi sed hezaran Kurdistanî û dostên kurdan li Kolnê kom bibin û wiha pêde çû: “Em wekî KON-MED li Almanyayê malovaniya vê çalakiyê dikin. Li vir hemû amadekariyên me yên teknîkî bi dawî bûne. Otobus hatine girtin. Federasyona me ya KON-MED dê bi maşîne û trênan bên Kolnê. Federasyonên me yên din jî li gorî hêjmara gel otobus girtine. Bi giştî 160 otobus hatine girtin. Dê bi 160 otobusan gel bikişînin Kolnê. Dîsa dê gel bi maşîneyên şexsî, trênan berê xwe bidin Kolnê. Niha mal bi mal, esnaf û saziyan ziyaret dikin. Em saziyên kurd di bin baneyên KON-MED’ê saziyên ewropa ziyaret dikin û vedixwînin meşa Kolnê. Gelê ewropa çiqas fikrên Rêber Apo dixwînin bêtir li mirovanhiyê xwedî derdikevin. Hedefa me ewe ku em zêdetir xwe bigînin civakan û azadiya fizîkî ya Rêber Apo zû bikin. Em dibêjin 2025’an dê bibe azadiya fizîkî ya Rêber Apo û gelê kurd. Gel her tim li ser piyan e. Heta Rêber Apo azad nebe nasekine. Di 23’ê cotmehê de malbatê bi Rêber Apo re hevdîtin kir û Rêber Apo silavên xwe şand.
Vê silavê kelecanek pir mezin di nava gel de ava kir. Niha dibêjin “em ê çawa silava Rêber Apo” rakin. Ev bû hêzek pir mezin. Rêber Apo got ‘Tecrîd didome. Lê zemînekê çêke ez amade me’ 26 sal in Rêber Apo çareseriyê diparêze. Lê hikûmeta AKP-MHP’ê armanc dike destkeftiyên kurdan tune bike. Ev meşa Serok Apo ye. Em dixwazin hemû kes bi pankart, dowîz û rengê xwe beşdarî mîtîngê bibin. Em dibêjin 2025 azadiya Rêber Apo ye. Em ê teqez bi ser bikevin. An azadî an azadî.”