Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi wesîleya salvegera 10emîn a serkeftina berxwedana Kobanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Rêveberiya Xweser di daxuyaniyê de diyar kir ku serkeftina berxwedana Kobanê bû sedema bidawîbûna projeyên tundrew li Sûriye, herêmê û cîhanê.
Rêveberiya Xweser bal kişand ser hevgiritna pêkhateyên gelê herêmê di berxwedana Kobanê de û ev tişt daxuyakirin: “Berxwedana ku di encama hevgirtina pêkhateyên gelê me de hate bidestxistin rastiya vîna gel û hêza wê ya li hember projeyên qirkirin û tunekirinê îsbat kir. Serkeftina Kobanê serkeftina mirovahiyê bû. Serkeftina vê berxwednê Sûriye û hemû cîhan ji xeterî û tundrewiyê parast. Berxwedana gelê me li Kobanê û tevlêbûna hemû Kurdistanî û enternasyonalîstan ji vê berxwedanê re îsbat kir ku îradeya azad serkeftinê ava dike.”
Rêveberiya Xweser bi vê boneyê kesên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dayin û birîndar bi bîr anî û daxuyand ku mîrateya vê berxwedanê îro li hemberî êrişên dewleta Tirk û komên wê yên paramîlîter ên ku dixwazin îradeya gel bişkînin, bi ser dikeve. Rêveberiya Xweser di dewama daxuyaniyê de diyar kir ku divê destkeftiyên ku bi berxwedana Kobanê û şûnde hatin bidestxistin werin parastin û ev bang kir: “Divê tevahî hêzên nîştimanî yên sûriyeyî û civaka navneteweyî berpirsyariyên xwe li hemberî xetereyên li ser destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Bendava Tişrînê bi taybetî bi cih bînin. Berdewama êrişan wê karasetên rasteqîn li ser asta vegera DAIŞê, karasetên mirovî û xetereyên din wekî tevlihevî û şerê bê dawî bi xwe re bînin.”
‘Em ê bi ruhê Kobanê ava bikin’
Rêveberiya Xweser di dawiya daxuyaniyê de ev peyam da: “Berxwedana Kobanê ji bo bihêzkirin û geşkirina berxwedana me ya di hemû astan de dê bingeheke xurt bimîne. Rihê vê berxwedanê li Bendava Tişrînê geş dibe û berdewam dike û serkeftinan bi dest dixe. Em ê bi vî ruhî ber bi pêkanîna hêviyên gelê xwe yên demokrasî û aştiyê ve bimeşin. Em ê bi rihê berxwedana Kobanê herêmên dagirkirî rizgar bikin, dagirkeran derxînin û hemû projeyên hegemonîk têk bibin. Em ê bi xwişk û biradarên xwe yên welatparêz ên sûriyeyî re Sûriyeke bihêz, yekgirtî û demokratîk, ava bikin.”