RSFê di rapora xwe ya li ser pêvajoya navbera 1ê kanûna 2024 û 1ê kanûna 2025an de diyar kir ku rojnameger ji ber kiryar û sûcên hêzên çekdar ên bi rêk û pêk an jî ne bi rêk û pêk hatin kuştin. Rêxistinê got, “rojnameger namirin, têne kuştin.”
Li gorî raporê li seranserê cîhanê li 47 welatan 503 rojnameger girtî ne.
Welatên ku herî zêde rojnameger lê girtî ne: Çîn 121, Rûsya: 48, Myanmar: 47.
RSFê têkildarî rojnamegerên girtî yên li Tirkiyeyê ragihand ku berevajî îdîayan ku dibêjin bi dehan rojnameger girtî ne, li girtîgehên Tirkiyeyê tenê 3 rojnameger girtî ne.
Herwiha 135 rojnameger winda ne, hin ji wan 30 sal in nayên dîtin. 20 rojnameger jî li Sûriye û Yemenê dîl têne girtin.
RSFê diyar kir ku di nava 12 mehênd awî de li Xezeyê herî kêm 29 xebatkarên medyayê hatin kuştin ku li ser erka xwe bûn.
Tê gotin, ji 7ê cotmeha 2023yan û vir ve rojnamegerên ne li ser kar jî di nav de herî kêm 220 xebatkarên medyayê hatin kuştin.
Rêxistinê bi bîr xist ku nûçegihanê El Cezîreyê Anas el Şerîf bi zanebûn hat kuştin û destnîşan kir ku Îsraîl “Bi zanebûn rojnamegeran dikuje.” RSFê artêşa ÎsraîLê weke dijminê herî mezin ê rojnamegeran pênase kir. Lê Îsraîl îdîa dike ku êrişên wê li hemberî Hamasê ne.
RSFê ragihand ku li Meksîkayê 9 rojnameger hatin kuştin, ku piraniya wan rojnamegeran nûçe li ser rêxistinên sûc ên herêmî û têkiliya siyaset-mafyayê amade dikirin.
Hat ragihandin ku li Ûkraynayê 3, li Sûdanê jî 4 rojnameger hatin kuştin. Saziyên cuda di vê der barê de hejmarên cuda didin.
Li gorî UNESCOyê jî di sala 2025an de 91 rojnameger hatin kuştin. RSFê bang li hikûmetên cîhanê kir ku ji bo parastina rojnamegeran jinûve bi berpirsyarî rabin.
