22 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Ronahiya Rûyê Kurdistanê: Xalid Begê Cibrî!

Nîzamettîn Ozturk

Di dîroka tekoşîna azadiya gelê kurd de, gelek ‘meri’yên mêrxas; jinên wêrek û çi jin, çi mêr gelek mirovên dilsoz û cangorî cîh girtine. Ji van yek jî, nirxê gelê kurd Xalit Begê Cibrî ye!

Ji ser înfazkirina Xalid Begê Cibrî 100 (sed) sal bihurî. Em têkoşer û welatperwerê mezin û çend hevalên wî bi hurmet û bi minet bi birtînin. Ev gel tu carî we jî bîr nake…

Çend sal berê navenda partiya me, ji bo pêkanîna komcivînan, evilî li her bajarekî konferans lidardixist. Ji ber vê, navenda partiyê peywir dida endam û rêvebirên xwe. Em se kes jî çûn çend bajarê Serxetê. Ji nav van bajaran Mûş, Erzirom û Bedlîs, rasterast bi Xalid Begê Cibrî re pêwendîdar bûn. Lewra, ji zayînê û heta mirinê, temene wî zêdetir di navbera van se bajaran derbas bûye!

Dema peywir diqediya, min dixwest ez herim di nav van bajaran de serdana cihên dîrokî û pîroz bikim. Bi vî awayi em çûn Gimgimê. Lê taybetî çûn serdana cîh û warê (gundê) nirxê gelê kurd, Xalid Begê Cibrî! Me dît, hejî ji malbatê hinek merivên Xalid Beg, li vê derê jiyana xwe didomînin…

Kurtejîyana Xalid Begê Cibrî

Xalid Begê Cibrî, 1882yan de, di meha çileyê de, li bajarê Mûşê, navçeya Gimgimê, gundê Alangoz ê ji dayik bûye. Diya wî Halime Xanim e. Bavê wî pêşengê Eşîra Cibrî ye û Zabitê Artêşa Osmanî Mahmut Beg e. Xalid Begê Cibirî jî wekî bavê xwe Zabitê Artêşa Osmanî ye û dû ra jî tev li leşkeriya Tirkiyeyê bûye.

Xalid Beg, 1892yan diçe Stenbolê dibistana sereke bi nav Mekteba Eşîretan diqedîne, du re serî li dibistana bi navê ‘Mekteba Herbiye’yê dide û diqedine. Du ra jî seri li Mekteba Erkan-i Herbê dide. Ya balkêş, ev mekteb di nav zarên kurdan de, bi tenê Xalid ê Cibirî qebûl dike. Wê Mekteba Erkan-i Herbê bi payeya Yawer Yuzbaşi diqedîne û tev li Artêşa Osmanî dibe.

Xalid Beg ewilê dişînin Eniya Fîlîstînê. Bi her pêş çûyîna paye û pêlingan dişînin gelek cihan û dikeve nav şerê çekdarî. Herî dawî, bi payeya Miralay, dibe Fermandarê Garnîzona bajarê Erziromê. Gorî çavkaniyan Xalid Beg dema Şerê Rizgariya Tirkiyeyê, demeke kurt be jî bi Mistefa Kemal û rêhavalên wî re têkilî datîne. Bi tev wan ji bona rexistinkirina “Quwayi Miliyê” dixebite. Lê ev tekilî zêde nameşe. Lewra di serê salên 1920an de, ji ber rewişta (karakter) tirkîperestiya Tevgera Kemalistan, dijî kurdan tevdigerin; ji ber vê komek leşkerên kurd û gelek rewşenbîrên kurd jî diji vê helwestê bertek nîşan didin û li hawirdora Xalit Begê Cibrî dicivin.

Ev kesan bi rêvebirin ‘Cemiyeta Tealî Kurd’ re têkilî peş dixin û paşê di sala 1921an, 8ê Sibatê de rexistineke bi navê “Komelaya Kurdistana Azad” damezirînin.  (Li gorî hin çavkaniyan ev dîrok 1923 û an jî 1925 derbas dibê). Di nav vê rêxistinê de; General İhsan Nurî Paşa, Îsmaîle Silêmanî, Mulazim Haki Savaş, Xurşîdê Hertûşî, Doktor Fuad, Rojnameger Kemal Fewzî û kesên din pêşengiya vê rêxistinê dikin. Di civîna vê rêxistinê ya yekem de, Xalid Begê Cibrî bi yek dengî tînin serokatiya vê rêxistinê. Li vê demê li herêmê raperîna Nasturiyan destpê kiriye. Zabitên ji bona tepisandina serhildana Nasturiyan peywir girtine, ji wan gelek tev rêxistina Xalid Begê Cibrî dibin. Di demeke kind de Azadî geş dibe û dibe hêzeke girîng. Şexsên navdar jî bi vê rêxistinê re dikevin têkiliyê.

Hêla din, Mistefa Kemal dixwaze Xalid Begê Cibrî ji raman û mebesta xwe poşman bike û şûnda vegerîne. Ji bona vî karî, mebûsê Mûşê Hecî Îlyas Samî peyvirdar dike. Li gorî ragihandina niviskar/rojnameger Tehsîn Sever, bi wî Mebûsê Mûşê Hecî Îlyas Samî re Hevpeyvînekî pêktîne. Hecî Îlyas Samî jê ra ha gotiye; “Rojekî Qazî hezretlerî (ango Mustafa Kemal) bangî min kir û ji min xwast ku, bi Xalid Beg re hevdîtinekî bikim û Xalid Beg îqna bikim, bila ji vê dozê poşman bibe û dev jê berde. ji min ra got ‘ji wî re  bêje, em daxwaz û xastekên wî yên şexsî, amadene binin cîh. Eger ku îqna nebe, ji bo wî dê qet baş nabe.’ Ez çûm Erziromê û çûm mala Xalid Beg, peyam ragihand. Ji dû gotinên min, berbi min zivirî, kurtasî ji min ra got: “Eger ku ji bo serê min werîsek amade kiribin, ez ji bona wî amademe.”

Niha, di vê mijare de çavkanî hev nagirin. Minak; dîsa şande heman kes mebûsê Mûşê Hecî Îlyas Samî ye. Lê gotinên yekî din ji wiha ye: “Diçe Erziromê, ewilê di otelekê de, ji Xalid Beg re pusûle dişîne, diçe mala Xalid Beg, pêra diaxive û ji bona poşman bûnê ‘tika’ dike, le encameke erenî nagire. Lewre Xalid Beg îqna nîn e, ji şandeyê re dibêje: “… vê hikûmetê ligel hemû alikariya Kurdan, dostaniya Kurdan, nasnameya wan nas nekir û tiştek qebûl nekir. Mafên kurdan ên xwezayî, zagoni nedan. Li ser sozên xwe nesekinîn. Doza vî gelî meşrû ye, ez ê têkoşînê bidomînim.” Şandeyê di dawiyê de ji min re ev got: ‘Hecî! Hecî! Stûyê Xalid ji bendê we re amadeye.’ Li ser vê gotinê ez ji vir derketim û vegerîyam Enqereyê. Qazî hezretlerî li benda min bu! Min hal mesele jê ra got. Êdi tiştekî çêbibûya nemabû” gotiye.

Sal 1914, 28ê Tirmehê, dema şerê Cîhanê yê yekemîn destpê dike, Xalid Beg li Eniya Anatoliya Rojhilatê, li hemberî Artêşa Ûris dikeve herbê. Bi serketina li Cenga Çemê Zoro û Ava Ceh, payeya wî bilind dibe Mîralaytiyê û ya din jî rêya mafê namzetiya Mîrlîvatiyê vedibe.

Di sala 1918an, 11ê meha sermawezê de Şerê Cîhanê yê yekem bi dawî dibe. Li ser vê rewşê, Xalid Beg diçe li Gimgimê cîh digre û êdî li vê derê jiyana xwe didomîne.

Sal 1919, 23yê meha Tirmehê Komcivîna Erziromê tê lidarxistin. Xalid Beg endamê vê komcivînê ye lê beşdar nabe. Lewre navbera wî û Mustefa Kemal xirab e.

Xalid Beg di çileyê 1919an tev Şerif Paşa ser navê Şandeya kurdan tev konferansa Parîsê dibe.

Xalid Beg di sala 1919an, 1ê meha Adarê de Nexşeya Kurdistanê pêşkêşî konferansê dike.

Ji ber van Çalakiyan, navbera Xalid Beg û hikumeta Enqereyê bêtir vedibe û di sala 1920an de, payeya wî betal dikin. Li Garnîzona Erziromê peywireke pasîf didinê. Heman salê, disa li Erziromê Yûsûf Zîya Beg, Îhsan Nurî Paşa, Seyît Abdulkadir û 23 zabitên kurd, tevgera Azadiyê avadikin. Xalid Begê Cibrî ji bo pêşengiya Tevgera Azadîyê tê hilbijartin. Sêx Seîd jî Ji bona pêşengtîya rûhanî tê hilbijartin.

Xalid Begê Cibrî di sala 1924an, 20ê meha Berfanbarê de li Erziromê tê girtin û wî dibin Bedlîsê. Li ver bi angaşta Hiyanet-i Vataniye tê darizandin. Li gorî heman zagonê biryara İdamê didin.

Di sala 1925an, 14ê Nîsanê, saet 5.30 de li Bedlîsê Xalid Begê Cibrî, Yusuf Ziya Beg, Teymen Ali Riza Beg, Faik Beg û Mela Abdurahman hatin infazkirin.

Li gori cavkaniyan: Xalit Beg her çiqas di nav Artêşa Tirkiyeyê peywirdar be jî dil û mêjiyê wî ji bona Azadiya Gelê Kurd têrî tijî bûye. Di jiyana xwe de her tim li hemberî neheqî û zilmê derketiye.

Bi taybetî di bûyerên 1915an de bi sedan kesên ermen ji ber zilmê xelaskiriye.

Xalid Begê Cibrî ev gotinên dîrokî gotine: “Di destpêkê de ermeniyên ku digotin ZO kuştin, niha dora kurdên ku dibên LO ye. Ji ber vê niha ew şûrên ku dê serê me pê jêbikin tûj dikin.”

Em wî bi hurmet û bi minet bi bîrtînin.