22 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Ronahî li dijî tarîtiyê bi ser dikeve

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Dema em li dahurandinên Rêber Apo ên di salên 90î de dinerin, em dibînin ku gelek caran balê dikşîne ser girîngiya guherînê. Reber Apo dibêje "Sosyalîzma zanistî tevî hemû rexneyên xwe yên zanistî jî nekarî di warê ilmî de zîhniyet modernîteya kapîtalîst nîşan bide."

Rêber Apo di encama li hevkirinên navneteweyî de bi komploya 9ê cotmeha 1998an neçar ma ku ji Sûriyeyê derkeve. Piştî derketina ji Sûrî bi 130 rojan ango 15ê Sibata 1999an jî bi bêbextiyeke mezin li paytextê Kenya Naîrobiyê hate revandin û radestî Dewleta Tirk hat kirin. Rêber Apo ji wê demê ve li Îmraliyê di şert û mercên giran ên tecrîdê de ye. Di bin pergala êşkence û qirkirinê de hemû cûreyên îşkenceya psîkolojîk li ser hatin ferzkirin. Bi pêkanînên keyfî û birîna cezayên dîsîplînê têkiliya wî ya bi derve re hate qûtkirin. Li dijî vê bêhiqûqiya ku tevahiya saziyên cîhanê di çarçovaya komploya navneteweyî de çavê xwe jê re girtin, têkoşîna gelan û hêzên azadiya dewam kir.

Îsal jî gelê kurd û dostên wan li dijî vê bêbextiya ku nirxên mirovahiyê xistiye ber piyan li qadan bûn. Li gelek navendên cûda gelan di çarçoveya pêngava ji Rêber Apo re Azadî çalakiyên cihêreng daxwazên xwe anîn ziman. Bêguman çalakiyên îsal ji yên berê cûdatir bûn. Tişta ev çalakî cûda kir jî hevdîtinên Rêber Apo yên bi heyeta Îmraliyê re û peyamên wî yên ji bo gelan bûn.

Rêber Apo di peyam û nirxandinên xwe de gelek caran îşaret bi girîngiya dengeyên li herêmê hatine avakirin û bi vê ve girêdayî pêwîstiya guherîna zihnî, rêxistinî û pratîkî dike. Bi taybet piştî hilweşîna Sosyalîzma Reel ne tenê li heremê li cîhanê denge hatin guhertin. Ji salên 1990î û vir ve rêxistinên sosyalîst ên ku xwe li gorî pêdiviyên demê neguhertin û di warê zîhnî de xwe ji nû ve avanekirin gelek tiştên mezin wenda kirin.

Dema em li dahurandinên Rêber Apo ên di salên 90î de dinerin, em dibînin ku gelek caran balê dikşîne ser girîngiya guherînê. Reber Apo dibêje “Sosyalîzma zanistî tevî hemû rexneyên xwe yên zanistî jî nekarî di warê ilmî de zîhniyet modernîteya kapîtalîst nîşan bide.” Pergala ku nikaribe dijberê xwe di warê fikrî û zanistî de analîz bike, bi demê re, ya wê bişibe dijberê xwe, yan jî wenda bike. Di vir de sosyalîzma Rûsya û Çînê li himberî pergala kapîtalîst a ku bloka rojavayî jêre pêşengî dikir bi ser neket. Hilweşîna Sosyalîzma Reel di wan salan de ji bo îdeolojiya çepgir bû trajediyek mezin.

Bêguman Sosyalîzm hîn jî ji bo gelek rêxistinên çepgir hêviya herî mezin a jiyan û têkoşînê ye. Lê çawa ku di pergala cîhanî de guhertinên bingehîn pêk hatin di formên sosyalîzmê de jî guhertin çêbûn.

Mirov nikare îdia bike ku şoreşên sosyalîst bi tevahî hatine têkbirin û pûçkirin. Nayê înkarkirin ku şoreşên sosyalîst mîraseke mezin li pêy xwe hiştine û hîn jî hêmaneke bingehîn a jiyana rojane, hêza herî hêvîdar a cîhana zihniyetê ne. Lê nekarîn cudahiya di navbera şaristaniya alternatîf û modernîteyê de tahkîm bikin û xurt bikin. Ji ber vê yekê nekarîn bi awayekî xurt pêşî li hilandina di nava modernîteya kapîtalîst de bigrin. Eşkereye ku ev rastiya derketiye hole ne qedere, ji wê zêdetir bi pirsgirêkên ku sosyalîzma serdema kapîtalîst nikare çareser bike ve girêdayî ye.

Rêber Apo ji bo Tevgera Azadiya Gelê Kurd ku bingeha xwe dispêre sosyalîzmê jî nekeve vê şaşitiyê ji destpêka salên 2000î û ve guherîna paradîgmayê xist rojava rêxistinê û gelê kurd. Bêguman ev wê demê di gelek kesan de hêstên cûda da avakirin. Lê dema mirov rastiya pergala cîhanî û şerê di navbera blokan de dinere, tê dîtin ku guhertinên bi vî rengî weke pêdiviyek bingehîn derdikeve holê. Li gel vê guhertinê rastgirtina hişmendiya sosyalîst jî girîng e.

Rêber Apo bi paradîgmaya Neteweya Demokratîk, Ekolojîk û Azadîxwaz a Jinê ve wateyeke nû li sozyalîzmê bar kir. Bi pêşxistina vê paradîgmayê ve Rêber Apo ne ji bo gelê kurd tenê, ji bo hemû bloka sosyalîst jî hêviyek nû da avakirin. Lewma îro li seranserê cîhanê di vê astê de gel xwedî li nerîn û fikrên Rêber Apo derdikevin.

Ez di wê baweriyê deme ku ger paradîgmaya Rêber Apo ji despêkê ve di warê fikrî û zanistî de bi hemû aliyên xwe baş bihata famkirin û pêk bihata wê rê li ber gelek êşên mezin jî bigirtaya. Ev peradîgmaya rastiya jiyana hevbeş û azad a sedsalên pêşiya me dide nîşandan, despêkê ji aliyê gelek kesan ve weke utopyekê hate nirxandin. Lê îro diyar dibe ku ev utopya bi fikir û ramanên Rêber Apo şekil girtiye gav bi gav dibe jiyanî û pêk tê.

Bêguman di serdema me ya îro de ku modernîteya kapîstalîst dest avêtiye hemû nirxên mirovahiyê, xwedî derketina li hebûn û azadiya xwe hêzeke mezin a fikrî û ramanî dixwaze. Rêber Apo ev hêz di kesayeta xwe de da avakirin. Ji ber vê yekê ye ku îro Rêber Apo di vê astê de ji aliyê pergala modernîteya kapîtalîst ve tê hedefgirtin.

Pergala îşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê li ser vê têgehê hatiye pêşxistin. Tevî hemû bêhiqûqiya heyî jî Rêber Apo ji hêviya xwe qet tawîz neda. Ev hêviya ku di tarîtiya Îmraliyê de tevî hemû astengiya roj bi roj hate mezinkirin îro ji bo hemû gelan bûye çavkaniya herî xurt a jiyana hevbeş.

Di salvegera Komploya navneteweyî ya 15ê Sibatê de Rêber Apo xwest bi peyamekê mizgîniya serketina vê hêviyê bide gelan. Ev wê di dîroka mirovahiyê de bibe despêka serketina têkoşîna gelan a li dijî pergala kapîtalîst. Ji vî alî ve têkoşîna Rêber Apo xwedî girîngiyek dîrokî ye. Divê hemû dildarên azadiyê li gorî vê girîngiyê nêzî banga Rêber Apo bibin û bibin şopdarên wê.