Komîsyona Ewropa, ji bo serlêdana derbasbûna Romanya û Bûlgaristanê ya li Herêma Schengen a ku ji sala 2011an û vir ve dewam dike, erênî bi encam kir. Bi erêkirina wezîrên karên hundir ên Yekîtiya Ewropayê (YE) herdu welat jî ji 1ê Çileya 2025an û pê ve bûn endamên Herêma Schengenê.
Awûstûryayê beriya niha bi demekê biryara xwe ya vetoyê betal kiribû. Biryar ji aliyê serokê demê ya Konseya Yekitiya Ewropayê Macaristan ve hat ragihandin. Herdu welat ji 1ê Çileyê û pêve wê karibin bê vîze biçin herêma Schengenê. Herêma Schengenê niha 29 welat û bêhtirî 450 milyon mirov di nava xwe de dihewîne.