“Pênûsa Yaşar Kemal bi dengê Evdalê Zeynikê hat hevîrkirin; destanên Anatoliyayê dîsa di romanên wî de zindî bûn.”
Yaşar Kemal (navê rastî Kemal Sadık Gokçeli ye) di 6ê cotmeha 1923an de li gundê Gokçedamê yê li ser Osmaniyeyê ji dayik bû û di 28ê sibata 201an de li Stenbolê jiyana xwe ji dest da. Yaşar Kemal kedeke ku nayê jibîrkirin pêşkêşî wêjeya cîhanê kir û bi taybetî jî bi çavdêriyeke kûr û jêhatîbûneke edebî bi jiyan û pirsgirêkên gelên Anatoliyayê re mijûl bû.
Yaşar Kemal di malbateke xizan a cotkar a kurd de hatiye dinê. Malbata wî di Şerê Cîhanê yê Yekem de ji Wanê koçî Çukurovayê kiriye. Dema ku tenê pênc salî bû, di mizgeftekê de bû şahidê kuştina bavê xwe û vê bûyerê birînên kûr li ser wî hiştin. Di heman demê de di encama qezayekê de çavê xwe yê rastê winda kir.
Yaşar Kemal di romanên xwe de têkoşîna jiyanê ya gelên Anatoliyayê, têkiliya xweza-mirov û dewlemendiya çandî bi zimanekî bêhempa nivîsandiye. Lê di paşxaneya vê cîhana vegotinê de, kevneşopiya edebiyata kurdî ya devkî ya ji koka Yaşar Kemal tê û nûnerê vê kevneşopiyê Evdalê Zeynikê xwedî bandoreke mezin e.
Yaşar Kemal ku li axa Çukurovayê ya bi bereket mezin bû, bi çîrok, stranên gelêrî û destanên ku di zarokatiya xwe de li wan guhdarî dikir teşe girt. Ev kevneşopiya wêjeyî ya devkî di jiyana wî ya wêjeyî de cihekî girîng digire. Yaşar Kemal di romanên xwe de ji vê kevneşopiyê sûd wergirt û hêmanên mîtolojîk, epîk û folklorîk bi awayekî modern li hev xerman kir.
Evdalê Zeynikê (1770–1855) yek ji nûnerên girîng ê wêjeya gelêrî û kevneşopiya dengbêjiya kurdî ye. Evdalê Zeynikê di dengbêjiyê de kesayetekî hêja ye ku bi taybetî di warê wêjeya devkî ya kurdî de xwedî cihekî girîng e. Bi vegotina xwe ya helbestî, bi dengê xwe yê xurt û bi çîrokên xwe yên dramatîk bûye hunermendekî ji çanda kurdî ku nifş bi nifş hatiye veguhestin.
Evdalê Zeynikê li gundê Zeynikê yê navçeya Diyadîn a Agiriyê ji dayik bûye. Gundê ku lê ji dayik bûye wek nasnavê “Zeynikê” lê hatiye kirin. Evdal herçiqas ji malbateke feqîr be jî, bi jîr û jêhatiya xwe ya hunerî xwe bi lez û bez bi pêş dixe. Ji ber ku di temenekî biçûk de çavên xwe winda dike, ziman û deng dibe deriyê wî yê dinyayê. Kêmasiya wî ya dîtbarî bû sedem ku jêhatîbûna hevsengiya wî bêtir kûr bibe û balê bikişîne ser vegotina devkî.
Bandora Evdalê Zeynikê îro jî li ser kevneşopiya dengbêjî û wêjeya devkî ya kurdî tê hîskirin. Dengbêj wexta ku kilamên wî distrên, nîşan didin ku mîrata wî ya çandî çiqasî xurt e. Evdal ne tenê dengbêje, dengê kurdiyê ye jî.
Jiyan û berhemên Evdalê Zeynikê di bîra kurdan de cihekî kûr digire û kevneşopiya dengbêjiyê bi nifşan berdewam dike. Siyabend û Xecê berhema wî ya herî girîng e. Dikare bê gotin ku çîrokên Yaşar Kemal di zarokatî û xortaniya xwe de li Çukurovayê ji dengbêjên kurd bihîstiye, şêwaza vegotina wî ya epîk ava kiriye. Çîrokên Evdalê Zeynikê ji wan çavkaniyan in ku bandoreke kûr li xeyal û têgihiştina estetîk a Yaşar Kemal kiriye.
Destanên Evdalê Zeynikê, bingeha hêmanên destanan ên ku di berhemên Yaşar Kemal de pir caran tên dîtin, pêk tîne. Di romanên Yaşar Kemal de jiyana karakteran a bi xwezayê re, helwêstên wan ên qederparêz, li ber nirxên mirovahî yên gerdûnî şopa kevneşopiya dengbêjiyê digire. Bi taybetî di berhema xwe ya Înce Memed de têkoşîna takekesî ya li dijî desthilatdariyê weke şîroveyeke nûjen a vê kevneşopiya destanan dikare bê nirxandin.
Çîrokên Evdalê Zeynikê jî ji bo balkişandina girêdana kûr a di navbera xweza û mirovan de girîng e. Di kevneşopiya dengbêjiyê de xweza ne tenê paşxaneyek, hêmanek çalak a çîrokan e. Ev feraset di berhemên Yaşar Kemal de gelek caran tê dîtin. Erdnîgariya Çukurovayê ya berfireh hema bibêje wek karakterekî romanên Yaşar Kemal zindî ye û bandora Evdalê Zeynikê derdixe holê.
Romannivîsina Yaşar Kemal mîna pirekê ye ku ji xwecihîtî ber bi gerdûnîtiyê ve diçe. Cîhana vegotinê ya ku bi bandora vebêjerên xecihî yên wekî Evdalê Zeynikê pêk hatiye, bi nixumandina nirxên gerdûnî yên mirovatiyê bandorek li seranserê cîhanê kiriye. Yaşar Kemal, bi vê kevneşopiya destana xwecihî, dengê gelên Anatoliyayê gihand wêjeya cîhanê.