Xendeka Biloka / Gora Komî ku ji aliyê Hogir Berbir ve hatiye nivîsandin, ji weşanxaneya Aramê derçû. Ev ne tenê romanek e. Di heman demê de belgeyeke dîrokî ye ku li ser qonaxên kûr û tevlîhev ên têkoşîna azadiyê ya sala 1980’an e vedibêje. Nivîskar bi romana xwe ya yekem a bi navê “Siya Şikestûnê Turcel”ê re bûyerên berî darbeya leşkerî û bi darbeyê re li herêma Mêrdînê qewimî bûn, mîna şerê çemê Şikestûnê û Turcelê vedibêje. Her çi qas ev mîna berdewamiya romana ewilî Siya Şikestûnê Turcelê bê xuyakirin jî, lê şêwaz, huner û rêbazên di vê romanê de bi kar aniye, ji hev cihê ye. Bi vê berhema xwe re jî berê xwendevanan dide gundê Biloka a bi Qosera Mêrdînê ve ye ku di nav cîhana wêjeyê de cîhek û rengekî nû digire dest û dixe nava wêjeya kurdî.
Di vê berhema nû de bi serlehengê romanê Şêrzan re bûyerên wê demê ên dramatîk ku kadroyên PKK’ê yên piştî derbeya 12’ê Îlona 1980’an, bi hûrgilî li ser disekine û vedibêje. Berbir ruhê têkoşînê û rêyên rûbirûbûna rewşa mirovî ya di şert û mercên giran ên wê serdemê de nîşan dide ku piştî darbeyê gelek girtin çêdibin. Yekîneya bi serkêşiya Kazim Xoce (Zekî Palabiyik) û Mehmet Karasungur re bi tevahî 79 şervan li hev dicivin û piştî civînê ji hev belav dibin, li gundê Biloka ku bi îxbariya rêxistina KUK’ê re şerek bi dewleta kolonyal re diqewime ku wî şerî dide xuyakirin.
Çîrok her çiqas li gundê Biloka ya navçeya Qoserê a Mêrdînê diqewime tîne ziman, pê re balê dikişîne ser rewşa herêmê û nakokiyên li dar in. Ev nakokî hem gelê herêmê û hem jî rêxistinên li herêmê bi cih in ku ziyaneke mezin didin tekoşîna azadiyê û gele herêmê, rave dike.
Bi serlehengiya Şêrzan re Kazim Xoce û rêhevalên wî ku tevî keya û şivan li gund jiyana xwe ji dest didin; ne tenê trajediyek kesane, di heman demê de êşek kolektîf jî sembolîze dike û xwendevanên xwe bi bar û êşa giran a van bûyeran ku ji bo hîs bikin, hestyariyek e kûr bikar tîne. Dema ku behsa veguhestina cenazeyan dike ku ji aliyê dewleta kolonyal ve piştî bûyerê heta Qoserê bi xwêr dikişînîn ku teşhîr dikin, cenazeyan nadin malbatan û li gundê Bilokan, li cihek nediyar bi awayeke komî bin ax dikin, romanê bi dawî dike. Ev kêlî dibe sedem ku di dîroka PKK’ê de nuqteyeke veguherînê bi xwe re biafirîne, cara yekemîn bi awayeke hovane 6 gerîla û du welatparêzan di çalakiyê de bi hev re tên binaxkirin.
Xendeka Biloka / Gora Komî bi vî awayî bûyerekê zelal dike û di heman demê de bi şahesereke edebî derdixe pêş. Şêwaza vegotinê ya Berbir ne tenê bi rastiyên çîrokê, bi kûrahiya wê ya dîrokî jî radixe ber çavan.
Pirtûk ji bo xwendevanên ku bi serdema destpêkê ya têkoşîna azadiya gelê kurd eleqedar dibin û dixwazin bûyerên wê demê ku piştî darbeya leşkerî ya 1980’an bi kûrahî fahm bikin, çavkaniyek girîng e. Berbir di romanê de xwendevanên xwe digihîne rêwîtiyek ramanî ya ber bi quncikên tarî yên dîrokî û nakokiyên herî kûr ên jiyanê.
Ya rastîn teşe, şêwe, hûnandin û kesayetên di romanê de derbas dibin, li gorî dema xwe çi dirban vedikole û li wê demê dixîne em bispêrin xwendevanan, piştî xwendina romanê ya Xendeka Biloka / Gora Komî.