12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Romana ‘Rev û Bez’ê, Tijeye bi êş û hezê

Di navenda romanê de evîna keça Kurd a Êzîdî, ya bi navê Zarîn û xortekî kurd ê Misilman bi navê Dilbaz cih digire. Di destpêka romanê de şayesandina serdema biharê tê kirin.

02.11.2024’an de êvarê saet di 21’ê de, şêwra Koma Xwendinê ya Amedê, li ser romana ‘Rev û Bez’ê bû. Bi beşdariya nivîskara romanê, Guljîn Kayayê nêzîkî sê saetan nirxandin domiyan. Romana Guljîn Kayayê, di sala 2022’yan de di nava weşanên Sîtavê de der çûye. Wek ku di nasnameya romanê de jî xuya ye xizmeteke baş a redaksiyon û edîtoriyê jî ji romanê re nehatiye kirin.

Berî ku em dest bi xwendina romanê bikin, dibînin ku nivîseke bi sernavê ‘Destpêk’ê, ji aliyê nivîskara romanê ve hatiye peşkeşkirin ku di paragrafa pêşîn de wiha nivîsiye: “Piştî çend salên dûr û dirêj li warê destpêka romana kurdî ya yekem a bi navê ‘Şivanê Kurmancan’ a Erebê Şemo li bajarê Qersê, romana duyemîn a bi keda jinê ve derketiye holê, ez di serî de diyarî giyanê pêşengê romana kurdî Erebê Şemo dikim.” Dema ku mirov vê nivîsê dixwîne, mirov dibêje qey nêzîkî sed sal piştî Erebê Şemo romana duyemîn a kurdî ‘Rev û Bez’ e. Ev dibe sedem ku xwendevan bibêje çi peywendiya vê romanê bi romana duyemîn a kurdî re heye? Berî vê romanê bi sedan romanên kurdî hatine nivîsîn.

Herwisa di paragrafa duyem a vê destpêkê de, wiha nivîsiye: “Û pey re jî ez vê berhema xwe, ya xencî karakterên evînî û malbata wan, a qala çîroka jiyaneke rast dike diyarî Cevahîr Besî Kaya û diyarî giyanê serlehenga pirtûka xwe, dapîrê diya xwe Porsorê dikim, Ji ber ku ev berhem di saya wan de hatiye nivîsîn. Diya min ev bûyêr û serpêhatî bi awayekî zindî ji devê pîrika xwe Porsorê bihîstine û min jî ji devê diya xwe bihîstine.”

Ev jî nişan dide ku roman romaneke biyografik e. Di serê honaka bûyeran de, hevserê Porsorê Şevo ji bo vexwendina dê û bavê Zarînê hatiye gundê Qundexsazê. Ji vê beşê bi şûn de ji daweta malbata Porsorê bigire heta dawiya romanê jiyana Porsorê di nava romanê de cih digire.

Li pey vê destpêka nivîskar; pêşgotinek (ev karê nivîsandina pêşgotinan li romanan qet nayê) ji aliyê nivîskarê hêja Mirazê Cemal ve hatiye nivîsîn. Ev nivîs jî derbarê romanê de agahiyan dide. Ev jî dibe sedema kuştina meraqa xwîneran.

Di navenda romanê de evîna keça kurd a êzîdî, ya bi navê Zarîn û xortekî kurd ê Misilman bi navê Dilbaz cih digire. Di destpêka romanê de şayesandina serdema biharê tê kirin û li dû vê şayesandina bi gul û sosinan xemilandî evîna Dilbaz û Zarînê li gundê ‘Qundexsazê’ ku niha nav bûye Rêya Teze, yê kurdên êzîdî, hatiye vegêran. Di destpêke rojê de, ji gundê Dilbazî yê bi navê ‘Devexerabê’, Şevo (hevserê Porsorê ye) hatiye ku bavê Zarînê, Cimşît wek serdawetî û dayika Zarînê Kubarê jî wek berbûya bûkê bi tevî malbata wan vexwîne daweta birayê xwe. Honaka romanê di serî de, li ser van du gundan hatiye dabeşkirin.

Dema ku Zarîn bi malbata xwe re diçe daweta birayê Şevo, Dilbaz ji Zarînê re teklîfa reva bi hev dike. Lê Zarîn teklîfa Dilbaz red dike û jê re dibêje, em hatine ku beşdarê dilşadiya du ciwanan bibin. Mafê me tune ku em şahiya kesê/î li wan biherimînin. Dema Zarîn wiha dibêje, Dilbaz xemgîn dibe û dibêje, ka wê rewşa me çawa be. Li ser vê helwesta Dilbaz Zarîn axaftineke wiha dike: “Tu ji bo çi serê xwe berjêr dikî? Ka li çavên min binihêre. Tu dizanî me êzîdiyan tu carî bi kesekê/î re xayîntî nekiriye. Me zordestî jî li kesekê/î nekiriye û em ê nekin jî. Heta ku hezkirin û evîn mijara gotinê be, serê me jî here em jê derbas nabin. Soz carekî ji devê mirovan derdikeve, ne du car. Lê her tişt rê û rêbazên wê hene. Mirovên ku bê rê û rêbaz tev bigerin tu carî aliyên xwe nabînin. Ez soz didim te, ez ê ji xeynî te dilê xwe nedim tu kesî. Li pêşiya me havîn heye. Em ê derkevin zozanan. Jixwe li wir hevdîtina me dê hêsantir bibe. Em ê ne bi zor û zehmetiyan, em ê bi qencî û xweşiktiyan bigihîjin hev. Çi dibe bila bibe, ez ê dayik û bavê xwe bi awayekî bînim ser rê û wan qayîl bikim. Ez û tu dê bi erêkirina wan bi hev re bizewicin. Wê demê li ser vê axa ku hawirdorên wê bi kevneşopiyên paşverû hatiye xêzkirin dê şoreşek pêk were. Pişt re jî wek fêkiyên şoreşê zarokên min û te dê çê bibin. Em ê berî her tiştî xweşbîniya di navbera ol û neteweyan de hînî wan bikin. Em ê ji wan re bibêjin bi tenê mirovên ku wekhevî, dad, azadî, maf, nirx û rûmeta mirovan diparêzin di ser her kesekî re ne. Dilbaz bifikire, ez û tu dê li ser vê axê zarokên şoreşger mezin bikin û ew ê jî ji bo pêşerojeke aştiyane ji civakê re bibin hêvî. Ji vê xweştir tiştek heye qey?” (r. 38)

Dema mirov van hevokên zanyarane ji devê jineke ciwan a gundî ya ku sed û deh sal berê jiyaye dibihîse mirov dizane ku nivîskar bi xwe ramanên xwe parve dike. Di dawiya romanê de Zarîn dîl tê girtin.

Dilbaz wê û jinên din ên dîl rizgar dike. Lê leşkerên Osmanî bi pey wan dikevin, Zarînê li ber çemê ava reş digirin. Zarîn ji dest wan direve xwe diavêje avê û dixeniqe. Dilbaz jî fermandarê tirk dikuje, ew jî tê kuştin.

Di romanê de, behsa şerê di navbera dewleta Osmanî û Rûsî tê kirin. Ev şer li derûdora bajarên Qers û Agiriyê wisa giran e ku dê ewladê xwe diavêje. Şerê van dewletan li ser axa kurdan bandoreke wisa xerab li ser neteweya kurd dike ku bi olên li nav êzîdî û misilman kurdan ji hev parçe parçe dike.

Ger em hinek li ser taybetmendiyên romanê bisekinin, dikarin bibêjin ku ev romaneke dîrokî ye. Ji karakteran bigire heta bigihije bûyeran mirov dikare bibêje ku romaneke realist e. Ji hela zimanî ve di hinek cihan de wek di diyalogên karakteran de bikaranîna bêjeyên xwecihî gelek serkeftî ye. Lê ji hela vegêranê anku vegotinê ve bikaranîna bêjeyên xwecihî wek li cihê ‘pêl’ê bikaranîna ‘lêp’ê, li cihê ‘hewş’ê bikaranîna ‘hewlî’yê, li cihê ‘awir’ê bikaranîna ‘avrû’yê, li cihê ‘dawet’ê bikaranîna ‘defe’yê û hwd. ne di cih de ye.