Ev roman tenê çîroka berxwedanê venabêje, di heman demê de pîvanên kesayetî û tevahî ên wê çalakiyê bi kûrahî dinirxîne, xwîneran bi rastiyên dijwar ên şer û berxwedanê re rû bi rû dihêle.
Berhema ku ji aliyê Mahmût Aba ve wekî roman hatiye nivîsandin bi navê “Dildarê Serkeftinê”, ji nava weşanên Aramê derket. Roman piştî pêngava gerîlayên ARGK’ê ku dabûn destpêkirin, bi pêngavê re ku li Çiyayê Reşkê 49 gerîla jiyana xwe ji dest xwe dabûn, hin rêzeçalakî têne organîzekirin. Biryara bi berfirehkirina pêngavê re ji bo tolhilanîna 49 gerîlayên Çiyayê Reşkê çalakiyek e nû tê te organize kirin jî yek jê di vê romanê de derbas dibe. Ev çalakî bi kordînasona Cemal re bi fermandariya Erdal, Mîşar û Adîl ve têne meşandin. Roman bi vî awayî mirov ber bi rêwîtiyeke kûrahiya paşerojê ya çalakiyê ve dibe û bi hewldana xwe ji bo ji nû ve ronîkirina hêmanên wê çalakiyê ku di bin siya dîrokê de winda bûye aşkere dike û bi rûhê çalakiya yekîneya li Çiravê li hember qereqola Serxete romanê dihûne.
Roman ne tenê çîroka berxwedanê vedibêje, di heman demê de pîvanên kesayetî û tevahî ên wê çalakiyê bi kûrahî dinirxîne, xwînerên xwe bi rastiyên dijwar ên şer û berxwedanê re rû bi rû dihêle. Di heman demê de zor û zahmetiyên derdê pêşiya çalakiyê ku çawa bi hêvî tev digerin radixîne ber çavan.
Armanca Romanê ji xwe ew e ku çalakiya di dîroka pêngavê de cihê wê yê rastîn çi ye derxîne holê û ruhê pêngavê vebibêje. Di vê çarçoveyê de şopên rabirdûyê, bi taybetî bîranînên jibîrbûyî, di nava romanê de ta bi ta tê hûnandin. Bi hûnandinê re tê hewldan ku bi şopandina paşerojê ya pêngavê re wekî lêgerînekê xuya dike û armanc dike ku rastiyên di kûrahiya nakokiyên karakter û bûyerê de veşartiye, aşkere bike.
Nivîskar bi hûrgilî li ser vê çalakiya pêngavê ku di çi astan de derbas bûye û bandor li demê kiriye, girîngî û rûbirûbûna wê bi hafizeyeke dîrokî nîşanî xwendevanên xwe dide. Di romanê de him aliyên berxwedanê yên takekesî û him jî yên tevahî têne vegotin. Berxwedana kesayetî li hember şerd û mercên xwezayî, têkoşîna navxweyî û şerên kesane yên karakteran li hember ajo û wan zor û zahmetiyan di warê derûnî û psîkolojîk de çi hestan bi xwe re diafirîne, bi têgihîştinek kûr û wêrekiyekê vedihûne.
Li aliyê din, bi berxwedanek e xûrt dînamîkên civakî yên bi pêngavê re dertê tîne ziman. Di vê nuqteyê de, rewşa civakî, çandî, sincî ku xwedî girîngiyek e mezin e, bi vekolînekê dînamîkên têkoşînê yên esasî ku çawa bi hev re dide jiyîn û têne cem hev, ji bo armancek hevpar têdikoşin û bandora hişmendiya gelemperî li ser kiryarên takekesî dike, vedibêje.
Rastîyên dijwar ên şer û berxwedanê bi rengekî rasteqîn tê pêşkêş kirin. Bandora demsalê û şerd û mercên xwezayê ya wêranker, pê re ya şer, zehmetiyên ku bûyer û karakter pê re rû bi rû man e, mijara pirtûkê ya sereke ye. Nivîskar bi vegotina van rastiyan, bi zimanekî rasterast û bibandor ne tenê aliyên şer ên giyanî, rûhî û hestyarî jî radixe ber çavan.
Mijareke din a girîng di romanê de, bi kûrahî dikole ku karakterên wî tevî zehmetiyên dijîn, çawa hêvî û berxwedanê bi hev re diparêze, wî ruhî ji şer, şert û mercên dijwar wêdetir dikare were dahûrandin û pê re bê veguhertin, bi vê têkiliya navxweyî ya di vê pêvajoyê de tê jiyîn, kêlî bi kêlî arasteyî jiyanê dike. Di vê çarçoveyê de berhem tenê rastiyên şer û berxwedanê nîşanî xwendevanê xwe nade, di vê pêvajoyê de ruhê mirovan çawa pêş dikeve, bi xwe re şer dike û bi ser dikeve nîşan dide.
Her çi qas di wê çalakiyê de gerîlayê bi navê Kanî şehîd dikeve û 2 heb jî birîndar dibe, di encama çalakiyê de tê te diyar kirin ku bi serkeftinek e mezin bi encam bûye. Ji ber vê bi zimanê vegotina Mahmud Aba ya xurt û çavdêriyên kûr romanê ne tenê mîna pirtûkek dîrokî, di heman demê de dike berhemeke edebî ya ku sînorên ruhê mirovan û cewhera berxwedanê vedikole. Di encamê de weke şahesereke edebî ku derbikeve pêş, bi awayekî kûr û bi heybet çîroka berxwedanê ya mirovahiyê ku vedibêje, şopên paşerojê ya pêngavekê û bîranînên jibîrbûyî weke dirbekê di nava wêjeya kurdî û cîhanê de vedikole û bi cih dike.