12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Romana ‘Gava pezkoviyek li New Yorkê bê kuştin’ derçû

Romana ewîl a Kamuran Çakir a “Gava Pezkoviyek li New Yorkê Bê Kuştin” ji Weşanên Pall derçû. Ev roman, 10’emîn pirtûka Pall Weşanê ye.

Nivîskar Kamuran Çakir pirtûka bi navê Gava Pezkoveyik li New Yorkê Bê Kuştin bi stîla bajarê New Yorkê nivîsî û balê dikişine ser jiyana bajarê New Yorkê.

Nivîskar Kamuran Çakir, New Yorkê wekî bajarekî ku her sibeh bi bêhna mîzê xwe dişo, lê dîsa jî ti tiştî ji serbilindiya xwe kêm nake pênase dike. Nivîskar Çakir ji Kurdistanê tê New Yorkê û romaneke bi stîla vê deverê diniîse. Romana wî diçe ber destê Jacklina yek ji edîtora herî navdar a New Yorkê, lê ew romanê li wî vedigerîne û berê wî dide Mîr Thomas. Mîr Thomasê ku mamosteyê wêjeya berawirdî û kurê Jacklinê ye, berê wî dide hin kesên din. Nivîskarê ku di rêwîtiya xwe ya romannivîsînê de rastî gelek kes û bûyerên ecêb tê, li dû Mîr Thomas diçe heta Hewlêrê û xwe di nav aloziyekê de dibîne: Harry Powell û çar zilamên xwe yên reşpêçayî jî li dû wan in û dixwazin Pirtûka Sêhrbazan a Mîr Thomas peyda bikin. Gelo Pirtûka Sêhrbazan li ku ye?

Romana ewil a Kamuran Çakır, Gava Pezkoviyek li New Yorkê Bê Kuştin, bi çîrok û şêwaza xwe ya keyfbexş di nav xeteke xumam a rastî û xeyalê de şopa kuştinekê digerîne.

Kamuran Çakir kî ye?

Di sala 1982’yan de li Aydinê ji dayik bûye. Zanîngeha Pamukkaleyê, beşa aboriyê qedandiye. Niha li New Yorkê dijî. Tenê hez ji roman, fîlm, jazz û rêwîtiyê dike. Ligel roman û çîrokan, ceribînan jî dinivîse. Gava Pezkoviyek li New Yorkê Bê Kuştin, romana wî ya ewil a çapkirî ye.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê