6 TÎRMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Roman û zimanê kurdî li New Yorkê Deng Veda

Em wek Koma Xwendinê ya Amedê, nêzikî 10 salan e di nava 15 rojan da romaneka kurdî dinirxînin. Me 22yê gulanê romana Kamuran Çakirî ya bi navê “Gava Pezkoviyek li New Yorkê Bê Kuştin” nirxand.

Dema min dest bi xwendina romanê kir, ez hinek bi navên înglîzî (To Kill a Mockingbird-Harper Lee, Fathers and Sons-Turgenyev) yên romanên edebiyata cîhanê aciz bûm. Lê paşê ez lê hay bûm ku ev stîleka romana pirgotinî ye. Her çiqasî nivîskar bi temenê xwe (1982) ciwan be jî têra xwe xwendiye, geriyaye û niha jî li New Yorkê dijî. Roman bi çîroka nivîsîna romanê ku ji weşanxaneya Helîotropeê ra hatibû şandin, dosyeya nivîskar ji aliyê weşanxaneyê ve hatiye pejirandin û ji edîtora weşanxaneya Jacklinê (ku wek xwedawenda edîtoran dihat hesibandin) ra hatiye şandin, dest pê dike.

Di vê beşa yekem da peywendiyên xwe û Jacklinê yên fermî ku bi rêya nameyan bûn, vedibêje û bi minasebeta civîna pîrozkirina derketina pirtûka yekem a Jacklinê rû bi rû ew hev dibinin. “Çima evqasî behsa mirinê dikî?” dipirse Jacklin. Nivîskar wê dişibîne mehîneke li çiyayên Kurdistanê ku ber bi labîrenta dîrokê ve dibeze. Dîroka welatekî jibîrbûyî, ê ne xwedî dema niha-çend sedsal berê xwedî rabirdûyekî bû. Belkî di demeke nêzîk da bibe xwedî dahatuyekê jî û wiha bersiv dide:

“Di nav vê civatê de her roj peyveke min tê kuştin. Dema dinivîsim, nizanim çima, lê peyvên min xwe bi bêdengiya mirinê ve girê didin. Dema nivîs bi dawî dibe, êdî ne mirin ne jî bêdengiya cihana min nema dikarin bo min bibin sedemên esasî di hişê min de. Wê demê ez ji odeya xwe derdikevim û berê xwe didim kolanên New Yorkê, ew ne tenê bi bêhna mîzê silavê didin te, lê deriyê cîhanên curbicur jî ji te re vedikin.”

Gava axaftina nivîskar diqede, Jacklin bi destê wî digire, wî ber bi şomîneyê ve dikişine, bi hev ra li ser dîwana sor rûdinên û wiha dipirse:

“Te di teksta xwe ya bi navê Rêwîtiya min ji Geliyê Zapê ber bi Geliyê Celladê ve digot ‘Jiyan pêvajoya afirandina çîrokan e. Çîroka me jî û êş û kederên me jî yek in.’ Te di navbera her du gelên welatên cuda de kîjan têkiliyên hevpar dîtin?”

“Hemî tiştên hatine serê wan hema bêje wek hev in-prosesa asîmîlasyonê û tunekirinê-. Armanc tunekirina zimanî ye. Dema zimanek nema bikare çîrokên xwe ava bike, em êdî nikarin behsa zindîbûna wî bikin. Ya em pê re eleqedar dibin kuştin, qirkirin û îşkence ye. Lê ya em guh nadinê yan jî kêm guh didinê, ziman bi xwe ye.”

“Gotinên te hev nagirin. Ka te ji xwe re digot ez mirovekî bêziman im? Gelek caran te pesnê bêzimaniyê jî dida. Lê niha tu dixwazî qesra zimên ava bikî.”

“Ez di nav kaosa zimên de hatime dinê. Niha jî ez nizanim ka kîjan ziman ê min e. Di hişê min de valahiyek heye. Pirî caran ji bo ku ez ji zimanê dagirkerên xwe bireviyama, zimanên nû hîn dibûm û min bi wan zimanan dinivîsî. Dîsa jî min xwe ji dengên dê û bavê xwe cihê nedikir. Pêvajoya bêzimaniyê ji bo min gerînekek e di navbera zimanên biyanî de. Her zimanekî nû, ez ji zimanê dagirkeran dûr dixistim û nêzîkî zimanê diya min dikirim. Mîna ku min galaksiya bi navê Kurdistanê û zimanê wê ji nû ve keşf dikir.” (… r. 9-10)

Mebesta me ji vê jêgirtina derêj ew e ku hinek rûxsar û atmosfera romanê ya destpêkê ji hêla zimanî ve li ber çavan rabixin. Ev jî nişan dide ku roman bi awayekî indîrekt (nerasterast) girîngiya zimanê kurdî derdixe pêş. Zimanê mexdûran bi kar neaniye, bi serbilindî parastina zimanê kurdî dike.

Dema em behsa karakterên romanê bikin, dikarin bibêjin ku bi vegêrana (vebêjeriya) kesê yekem, ji serî heta dawî çîrok tê pêşkeş kirin. Vegêr wiha dibêje:

“Navê min Mîr e. Du navên min hene. Ê din jî Thomas e. Lê dîsa jî nikarim bibêjim ez Mîr Thomas im. Mîr Thomas kurê min e. Dema kurê min li kuçeya 56an a New Yorkê ji malzaroka diya xwe Jacklinê ket, me biryar da ku navê wî Mîr Thomas be. Navê min jî êdî tenê Thomas e. Dema Mîr Thomas mezin bû, Thomas wek nav ji xwe re hilda. Êdî ew Thomas ez jî Mîr bûm.”

Em bi vê paragrafê hîn dibin ku karakterên sereke, Mîr, Jacklin û zarokê wan Thomas in. Bi rastî ev çîrok gelek karakteran di xwe da dihewîne. Çîrok ji hêla mekan ve zêde zêde berfireh e. Li New Yorkê dest pê dike. Bi rêya flashbackan zaroktiya karakter li çar aliyên Kurdistanê dibihure. Zaroktiya karakter şeş meh li cem dapîra wî derbas dibe. Gelek bûyerên serenckêş di vê demê da têne vegêran. Mînak ji bo wesiyeta Nûh bigirin ew û dapîra xwe diçin çiyayê Gilîdaxê. Di rê da rastê Simko û şervanên wî tên. Nûh pirtûka sêhrbazan radestî wan dike.

Li hember Thomas Harry Powell ji bo bi destxistina vê pirtûkê her di şer da ye. Ji bo bidestxistina pirtûka Sêhrbazan Thomas dikuje. Dosyeya romanê tê dizîn. Lê Mîr Thomas her dixwaze romana xwe bide çapkirin.

Di romanê da gelek macera hene ku wek aksiyona fîlmê sînemayê dewam dikin. Li aliyekî din karakter her gav bi jinên cuda cuda ra di nav têkiliyan da ye. Ev jî yek ji hêla wê ya sînemagrafîk e. Ger hûn jî dixwazin macera û bûyerên ecêb bixwînin kerem kin hûn jî romana Kamuran Çakir, a bi navê “Gava Pezkoviyek li New Yorkê Bê Kuştin”ê bixwînin.