Her dem û serdema nû ya ku têkiliyên navbera mirovan û ragihandina wan hêsantir û xurtir dike, bi heman awayî gelek pirsgirêk û arîşeyên demê jî bi xwe re tîne. Ew pirsgirêk jî dibin mijara nîqaş û gengeşiyên nû. Tiştê ku dibe sedema nîqaşê jî bi giranî watedayin û biakranîna têgihan e.
Hin têgih hene, wate û hebûna wan erênî, hin têgih hene wate û hebûna wan neyînî ne. Hin têgih jî hene, nêtar in; wateya wan çi dibe bila bibe, hem dibe ku peywireke wan a erênî û hem jî dibe ku peywireke wan a neyînî hebe. Bi vegotineke din; têgiheke nêtar hem dibe ku bi awayekî erênî û hem jî dibe ku bi awayekî neyînî were bikaranîn. Wekî din jî dibe ku hem wateyeke têgihekê hem ya erênî û hem jî wateyeke wê ya neyînî hebe. Ev jî mijara nîqaşeke din e.
Nîqaş û gengeşî bêtir di navbera kesên ku bi zanîn û zanyariyê têkildar in de pêk tê. Kesên ku pirsgirêkên xwe nîqaş dikin li ser awa, şêwaz û çawaniya niqaşê jî serê xwe diêşînin. Ew nîqaşên zanistî bi rexneyên re digihîjin encamekê. Tiştê ku gelek caran dibe mijara nîqaşî, ji rexneyê bêtir, nîqaşa “rexneya erênî” û “rexneya neyînî” ye. Heçku divê mijara nîqaşê rexne be. Lewre rexne her çendî ku tiştên erênî û neyînî dinirxîne û derdixe holê jî, peywir, rol û rista wê her gav erênî ye. Ji bo wê, nîqaşa rexneya erênî û neyînî, rexneyê ji wateya wê bi dûr dixe û wê bêwate dike. Rexne bi xwe têgiheke erênî ye. Belê ji ber ku rexne bi awayekî neyînî tê bikaranîn, têgiha “rexneya erênî” û “rexneya neyînî” jî wekî pêdiviyeke rojane derdikeve holê. Bêguman, gava têgehek li gor wateya xwe neyê bikaranîn û li gor bikaranîna xwe neyê watedarkirin pirsgirêkên famkirin û têgihiştinê jî derdikevin holê.
Heke ji bo karekî tu rêgez,rêbaz û pîvan tune be, dibe ku her kes xwe li her karî girê bide û her gav xwe wekî pispor û zanayê wî karî bibîne. Belê ev nayê wê wateyê ku ew kes ji heq wî karî derdikeve an pispor û zanayê wî karî ye. Her wiha dibe ku pispor û zanayên wî karî jî hin tiştan nizanibin û gelek kêmasiyên wan hebin. Ji ber wê ye ku rexne jî wekî têgiheke serdema nû bûye karê her kesî û her kes li ser navê rexneyê diaxive û fikr û boçûnên xwe derdibire. Gelo kîjan rexne ye, kîjan ne rexne ye, ew jî zêde ne diyar e.
Tiştên ku hebûna wan û rol û rista wan erênî be. wateyeke wan a neyînî, tune ye. Wekî nimûne; ‘başî’ bi xwe tiştekî erênî ye; wate û rola wê jî erênî ye; aliyê wê yê neyînî tune ye. Tiştên ku hebûna wan û rol û rista wan neyînî be, wate û rola wan jî neyînî ye. Wekî nimûne, ‘xirabî’ bi xwe tiştekî ineyînî ye; wate û rola wê jî neyînî ye, aliyê wê yê erênî tune ye.
Me ev mînak da ku em rexneyê li gor vê pîvangê binirxînin. Lewre ‘rexne’ bi xwe têgiheke erênî ye. Wate û peywira wê were guhertin jî rexne ne tiştekî neyînî ye.
Îcar ku rexne ji wateya xwe bi dûr dikeve, ne peywireke erênî hildigire û ne jî rol û risteke erênî dilîze. Belê rexneya ku li gor wateya xwe tê bikaranîn û digihîje armanca xwe, ne rexneya erenî û ne jî rexneya neyînî ye. Ew tenê rexne ye. Lewre rexne hem wate û peywireke erênî hildigire û hem jî her gav rol û risteke erênî dilîze.
Bilêvkirina her tiştê ku di hişê mirov de derbas dibe; tehn, tinaz, galteyên tûj û tehl, gotinên sar û çors ên ku ji devê mirov derdikevin an jî rexneya kesên ku xwe di her warî de zana dibînin, ne rexne ye. Rexne ne ew e ku mirovan zem, biçûk û bêgiram bike. Ji bo ku mirovan pêşve bibe, şaşiyên wan sererast bike û kêmaniyên wan temam bike tê kirin. Gelek kes, riya herî hêsan û bêfeyde ya ku mirovan dixeyidînin û wan bêzar û tengezar dike, hildibijêrin. Ev jî dibe sedema nîqaşên tund û bêsûd. Nîqaşên wisa, ji rexneyê bêtir, dişibe pêşbaziyên xweparêz û xweperest. Heçku rexne ne ew e ku xirakirin û rûxandinê hêsan û pesinandinê zehmet bike; berevajiyê wê, rexne pesinandinê hêsan û rûxandinê zehmet dike.
Rexne karekî zehmet e, çê dike; xira nake. Rexne bi xwe çêker e û mirov arasteyî çêkirinê dike. Rexne avaker e; ava dike, narûxîne. Ji bo avakirinê,pêdivî bi hewldan, ked, kar û fedakariyê heye. Rexne, her tiştî dide nîqaşkirin û rê li ber hilberandinê vedike. Rexneya çêker, ne mirov diêşîne, ne dişewişîne. Rexney rastîn, ne mirov dixelitîne û ne dixeritîne. Karê rexneyê tekûzkirin e. Ber û berhem çi dibe ğ çawa dibe bila bibe,wê li gor degera wê dinirxîne; nirxê didiyê û diedilîne.
Kesên ku rexneya çêker û rastîn bi kar tînin xwe dixin şûna kesên ku bi ked û hewldan karekî dikin, berhemekê diafirînin an jî fikrekê derdibirin. Ew tenê mirovan rexne nakin; kêmasiyên wan jî tekûz dikin, şaşiyên wan diedilînin. Wekî din ji pesnê berhemê jî didin û afirînerê/avakarê wê dilxweş dikin. Lewre rexne ji bo tiştê ku tê rexnekirin derbasdar e. Rexne avakar, çêker, erênî û veherîner e.
Her çendî ku wateya rexne yê bi gelek awayên cuda were dayîn jî, mirov ji têkilî û ceribandinên xwe yên rojane jî dikare awa, şêwaz û çawaniya rexneyê derxe holê û wateyekê bidiyê.
Rexne, karê ku tê kirin an jî berhema ku hatiye afirandin li ber çavan digire. Berhem çawa hatiye hilberandin, di kîjan domanan re derbas bûye, bi çi zehmetiyan rû bi rû maye û ji bo çareseriyê çi hatiye kirin, hemû bi awayekî bêlayan têne nirxandin.
Rexneya çêker li gor mantiqa mirov a erênî pêk tê. Êrîşa kesayetiyê, serîlêdana hestyarî, yawe û sefseteyên dûrî exlaq û neheqî û hwd. dûrî rêbaz û şêqaza rexneyê ne. Rexne pêşiya mirov nagire û berhemê reş nake, ji bo berhemeke baştir pêk were pêşniyaran dike. Peywira rexneyê ne rêzkirina pirsgirêkan e; çareserkirina wan e. Di rexneya erenî de, helwesta tund û xirab nîn e. Karê wê çêkirin, şahîktir û bedewtirkirin e.
Li gor pîvang û rêgezên rexneya zanistî, tiştekî bi tevayî baş û bi tevayî xirab nîn e. Herdu alî di zik hev de, bi hev re û li gel hev tên dîtin û nirxandin. Çi kar berhem û ramana ku heye, li gel aliyê wê yê xurt û erênî, aliyê wê yê qels û neyînî jî heye.
Wekî din jî di xwezaya her tiştî de şaşî û rastî, başî û xirabî, qelsî û xurtî hebûna xwe bi hev re dikudînin. Dibe ku mirovekî xirab fikreke pir baş û bêhemsal bi awayekî neyînî veguhêze civakê, dibe ku mirovekî baş jî fikreke pir xirab bi awayekî erênî veguhêze. Ji bo wê, divê hem tiştê ku tê rexnekirin diyar be û hem kîjan aliyê tişt tê rexnekirin, zelal be.
Di rexneyê de, neyarî nîn e; dost û yarenî heye. Hin caran hin tişt an jî berhem ji bo kesên dijber, dibe wekî qada lêkdanê û rexne jî wekî tîr û kevan tên bikranîn. Bi rastî pevçûn û lêkdan ne karê rexneyê ye.
Divê rexnegir, bêlayan nêzîkî kar, berhem û tiştê ku tê kirin, bibe. Di rexneya de, ne kîndarî û ne jî hestyarî heye. Rexnegirên rastîn jî li gor, rêgez, rêbaz û pîvanga rexneyê nêzîkî tişteyê dibin û dinirxînin.
Rûxandin, herimandin û hetikandin dûrî rexneyê ye. Di rexneyê de zemkirin, şermezarkirin û darizandin nîn e. Berevajiyê wê, sererastkirin, edilandin û tekûzkirin heye.