Rojnameya Şerq El Ewsat têkildarî Sûriyeyê nûçeyek bi sernavê “Pedersen hewl dide Komîteya Destûrî vejîne′ weşand. Di nivîsê de hat diyarkirin ku nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyeyê Geir Pedersen hewl dide rojekê ji bo lidarxistina gera nû an ku ya 9′an a ′Komîteya Destûra Bingehîn′ a têkçûyî diyar bike, ku nûnerên Şamê, (opozîsyon) û (civaka sivîl) beşdar bibin.
Li gorî nivîsê, ′′Pedersen dixwaze dîroka lidarxistina gera komîteyê berî dawiya salê anku li gorî beşdarên komîteya peywendiyên erebî be. Beşdarên komîteya peywendiyên erebî li hev kiribûn ku civîna ′Komîteya Destûrî′ li Umanê be û bi hevahengiya ligel Neteweyên Yekbûyî pêk were.′′
′Mijarên hevdîtina Sîsî û Erdogan′
Rojnameya El Ereb bal kişand ku civîna serokkomarê Misirê Ebdulfetah El Sîsî û serokkomarê tirk Recep Tayyîp Erdogan girêka peywendiyê ya di navbera her du aliyan de vekir, lê nîqaşên li ser mijarên çalak ên ku Erdogan dixwaze zû werin çareserkirin, hatin taloqkirin. Rojnameya îşaret bi vê yekê kir ku fikarên Sîsî û tirsa wî ji sûprîzeke Tirkiyeyê normalîzekirina di navbera her du welatan de asteng dikin.
Her wiha di nivîsê de hate gotin, Sîsî naxwaze ji Erdogan bawer bike ku rûpela nakokiyan tewandiye û hîna di wê baweriyê de ku Erdogan sûprîzan vekişêre.
′Aloziya Amerîka û Israîlê′
Rojnameya El Quds El Erebî jî ser têkiliyên Amerîka û Îsraîlê nivîsî. Li gorî nivîsê , nivîsgeha wî ragihand ku serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, ji dema ku jinûve hatiye hilbijartin ve wê cara yekemîn di vê mehê de biçe Amerîkayê û bi berpirsên amerîkî re bicive.
Rojnameyê ev mijar spart aloziya Îsraîlê ya bi DYA′yê re û got, ′′Biden bang li rayedarên Îsraîlê kir ku di pêkanîna reformên dadweriyê de lezê nekin ku dibe bibe sedema parçebûnekê, nemaze ku astengiyên din li pêşberî DYA′yê ne.”