12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

RojNews dîmenê îxaneta PDK’ê parve kir

Di dîmenên RojNewsê parve kir de derket holê ku PDK ji bo çûn û hatina gel û gerîlayan çavdêrî bike, li navçeya Bilê ya li devera Barzan, fotokapan bi cih kiriye.

PDK’ê xelekek din li ser zîncira xiyanet û hevkariya li gel dewleta tirk zêde kir. Li gorî dîmenên bi destê Rojnews’ê ketine, berpirsê asayîşa navçeya Bilê ya ser bi devera Barzan yê PDK’ê, ji bo şopandina rêyên gerîlayan bi dizî kamerayek (fotokapan) bi cih dike.

PDK li gel hevkariya xwe ya berdewam a bi dewleta tirk a ji bo dagirkirina başûrê Kurdistanê, xizmeta artêşa tirk a li dijî gelê kurd û têkoşîna wan a azadiyê didomîne.

Çavkaniyek taybet ku nexwest navê xwe aşkere bike, dîmenek ku belgeyek din a xiyaneta PDK’ê derxist holê ji Rojnews’ê re şand. Heta niha gelek belgeyên xiyaneta PDK’ê derketine holê. Ya herî dawî jî kemîna kamerayê ku ji aliyê berpirsê asayîşa giştî ya navçeya Bilê yê herêma Barzan ya PDK’ê ve ji bo kontrolkirina gelê herêmê û gerîlayan hatî danîne.

Dewleta tirk ku êdî nikare ji hewade îstîxbarata pêwîst li ser gerîlayan werbigire, cardin hevkarê xwe PDK’ê xistiye tevgerê. PDK ya ku qadên gerîla dorpêç kiriye, her gav noqteyên kontrolê ava dike, kemînan datîne û êrîşî gerîla dike, bi dehan gerîla şehîd û birîndar kirî û tevî van hemûyan jî cenazeyên gerîlayan nedaye malbatên wan, niha jî bi danîna kemîn û kamerayan li qadên gerîla sixuriyê dike.

Li gorî agahiyên ku heman çavkaniyê ji RojNewsê re ragihand, berpirsê asayîşa giştî ya navçeya Bilê yê herêma Barzan ya PDK’ê diçe dikana Ferhad Mihemed ku kelûpelên wesayîtan difiroşe. Her wiha Ferhad Mihemed ku bi xwe jî di asayîşa PDK’ê de kar dike, kemîna kamerayê ku wê li qadên gerîla were bi cihkirin, di 26’ê tebaxa 2024’an de amade dike û teslîmî berpirsê asayîşa PDK’ê dike.

Berpirsê Asayîşa Bilê yê PDK’ê di 1’ê îlona 2024’an de vê kamerayê di odeya xwe ya asayîşê de diceribîne. Hemû tevgerên wê rojê di asayîşê de têne kirin, di kemîna kameraya ku tê ceribandin de tê qeydkirin.

Di 5’ê îlona 2024’an de berpirsê asayîşa Bilê yê PDK’ê li gel 2 kesên din kamerayê li rêya ku difikirin wê gerîla tê re derbaz bibin datînin. Ji bo neyê ferqkirin jî bi awayekî baş dipêçin. Ev kemîna kamerayê ya ku berpirsê PDK’ê daniyî, ne gerîlayan tenê tevgerên xelkê herêmê qeyd dike.

Di dema ku dewleta tirk a dagirker di encama agahiyên îstixbaratî yên PDK’ê de li nav xaka başûrê Kurdistanê êrîşên hewayî pêktîne, destpêkê di medya PDK’ê de li ser êrîşê agahî têne belavkirin û êrîş tê rewakirin. Dema mirov li van dîmenan binêre baştir tê fêhmkirin ku çima çapemeniya PDK’ê beriya her kesî van agahiyan radigihîne û hewla rewakirina van êrîşan dide.