Kanala El Cezîre ku navenda wê li Katarê ye, ragihand ku nûçegihana wan Şîrîn Ebu Aqle li wargeha penaberan ya Cenînê ji aliyê leşkerên Israîlê ve hatiye hedefgirtin û kuştin. Wezareta Tenduristiya Filistînê jî kuştina nûçegihana bi navê Şîrîn Ebu Aqle piştrast kir.
Derbarê kuştina Ebu Aqle de, kanala El Cezîre ragihand ku Şîrîn Ebu Aqle li wargeha Cenîn ya dikeve Rojavayê Filistînê, ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve hatiye kuştin.
Tê gotin di heman êrişê de nûçegihanê rojnameya Qudis Elî Semudî jî birîndar bûye.
Şîrîn Ebu Aqle di sala 1981’an de li Qudsê ji dayîk dibe, nişteciha Ramalayê bû. Li zanîngeha Zanist û Teknolojiyê ya Urdinê koleja endezyariyê mezûn dibe. Piştî wê li Urdinê beşa rojnamegeriyê dixwîne.
Piştî zanîngehê diqedîne, vediger Filistînê û di radyoya dengê Filistîn, kanala Eman, Saziya Miftah û radyoya Montîkarloyê de kar dike. Di sala 1997’an de dibe karmenda kanala El Cezîreyê û kar dike.