14 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnemeger Wedat Hisên hat bibîranîn

Nûçegihanê Rojnewsê Wedat Hisên di sala 9emîn a kuştina xwe de hate bibîranîn. Rojnewsê, bi peyamekê got ku berpirsyarê sereke ya kuştina Hisên PDK ye û got: “Em ê kujeran ne ji bîr bikin ne jî efû bikin.”

Nûçegihanê Rojnewsê yê Dihokê Wedat Hisên, di 13yê Tebaxa 2016an de di nava rojê de li ber çavê xelkê Dihokê li Taxa Maltayê hate revandin. Piştî nîv saetê bi birîndarî avêtin li ser rêya di navbera Dihok-Simêlê de. Li ser bedena Hisên şopên îşkenceya hovane hebûn. Piştî rakirin nexweşxaneyê jî jiyana xwe ji dest da. Bi ser qetilkirina rojnameger Wedat Hisên re 9 sal derbas bûn.

Rojnameger Wedat Hisên, di 9emîn salvegera kuştina xwe de li Navenda Metro ya li Silêmaniyeyê bi merasîmekê hate bibîranîn. Rojnewsê jî peyameke bîranînê şand.  Di peyamê de hate ragihandin ku Hisên ji aliyê wan hêzan ve hate kuştin ku li gorî berjewendiyên eşîrî û siyasî tevdigerin û wiha hate gotin: “Em ê kujeran ne ji bîr bikin ne jî efû bikin.”

Bi domdarî hate destnîşankirin ku li gel bi ser qetilkirina Hisên re 9 sal derbas bûne jî hîn di dozê de gavek nehatiye avêtin û bi bîr xist ku kujer nehatine darizandin û dosya ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatiye nixumandin. Rojnewsê, PDK weke berpirsyarê sereke yê kuştina Hisên nîşan da û ragihand ku gora Wedat Hisên her sal di salvegerê de ji aliyê hêzên ewlekariyê ve tê dorpêçkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku kesên rojnamegeran dikujin têne berdan lê belê gelek azadîparêzên Behdînanî yên weke Qareman Şukrî û Şêrwan Şêrwanî girtî ne.