12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnameyên Erebî der barê Sûriyeyê de nivîsîn

Rojnameyên erebî di rojevên xwe yên îro de li ser rewşa meydanî ya gundewarê Hemayê, sedem û encamên geşedanên dawîn li Sûriyeyê û pêwendiyên Tirkiye û Îranê, nivîsîn.

Rojnameyên erebî nivîsîn ku Tirkiye piştî dît Şamê lawaz e dikare komên din jî têx şer da bajarê Hemayê kontrol bikin. Li gorî rojnameyan, dibe ku lihevhatineke rûsî-tirkî-amerîkî ji bo dûrxistina Şamê ji Îranê hebe. Her wiha hate gotin, têkiliyên Tirkiye û Îranê jî aloz in û dibe ku ev alozî bighêje hin qadên din.

Rojnameya El Ereb diyar kir ku êrişên dijber ên hêzên hikûmeta Sûriyeyê li dijî hewldana ketina Hemayê, rûxandin û vekişîna hêzên hikûmetê nîşan dide. Li gorî Rojnameya El Ereb, ev êrîş mîna ezmûnekê ye ku karîna rastî ya hêzên hikûmeta Şamê bê naskirin, da ku çeteyên Heyet Tehrîr El Şam li gorî wê rewşa xwe binirxîne û wiha hat gotin “Ev jî tirkan têvedide ku berê çeteyên bi navê “Artêşa Azad a Sûriyeyê” bide eniyên şer ku li kêleka hêzên Heyet Tehrîr El Şam şer bikin.”

Rojnameya El Şerq El Ewset jî der barê heman mijarê de got ku heta niha jî rewşa ku li Sûriyeyê teqiya, sedem û encamên wê bi “texmînan” tê şîrovekirin û got: “Êrişa ji nişka ve ya komên çekdar a bi pêşengiya Heyet Tehrîr El Şam bû sedema guhertina nexşeya şerê navxweyî li Sûriyeyê. Dema êrişê jî balkêş e ku piştî du roj ragihandina agirbesta di navbera Îsraîl û Hizbulah de pêk hat.Van geşedanan hişt ku rojname bipirse gelo ji bo dûrxistina Esed ji Îranê lihevhatineke Tirkiye-Amerîka-Rûsya heye yan na?.”

Rojnameya Independent bal kişand ser têkiliyên Tirkiye û Îranê û diyar kir ku daxuyaniyên murşidê bilind ê Îranê Elî Ekber Wilayetî weke êrişeke tund a Tehranê ya li ser Enqereyê ne, ji ragihandina şer kêmtir e lê ji gazinan mezintir e. Rojnameyê bal kişande ser wê yekê ku “Pêwendiyên Tirkiye û Îranê ne tenê di qada Sûriyeyê de aloz in, lê belê li tevahiya qada Ereb jî, dikare bê gotin ku têkiliyeke dijminatî û hevrikiyê ye. Li vir em behsa du welatên ne ereb ên li ser axa Ereban dikin.”