Rojnamevan Denîz Firat ku têkoşîna wê ji zaroktiyê ve ji Bakurê Kurdistanê destpê dike, heta Rojhilat dewam dike. Li Başûr jî derdikeve asta herî jor. Ji bo ronîkirina heqîqetê, bi pênûs û kamereya xwe dest bi rêwîtiya azadiyê dike. Piştî têkoşîna salan, di oxira gihandina heqîqetê de tevlî karwanê nemiran dibe.
Rojnamevan Methiye Yildiztan (Denîz Firat) di sala 1984’an de li gundê Xecîxatunê ya navçeya Ebexa ya Wanê ji dayik bû. Denîz Firat a ku hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê ji cîhanê re radigihand, di 4 saliya xwe de dayika xwe ji dest dide. Bavê wê jî bi hinceta alîkarî daye rêxistinê, ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tê girtin. Piştre jî 1991’an de ji ber ku lêgerîna bavê wê hebû, di 7 saliya xwe de bi 4 xwîşkên xwe re diçin gundê Arapken a Rojhilatê Kurdistanê û ji wir jî derbasî Başûrê Kurdistanê dibin.
Şervana heqîqetê bû
Denîz Firat li çar parçeyên Kurdistanê rojnamevanî kir. 2 caran bi giranî birîndar bû.b Li gel ku xwendin û nivîsandina wê tune bû jî ev yek li pêşiya xwe nekir asteng. Di serî de xwendin û nivîsandinê fêr bû. Piştre jî bû nivîskar. Xeyala wê ya herî mezin jî nivîsandina jiyana Binefş û Saryayê bû. Hovîtiya çeteyan li hemberî vê daxwaza wê dibû asteng. Di axaftineke xwe de gotibû ku piştî ku bûye rojnamevan li hemberî her tiştî bêhtir meraqa wê çêbûye. Denîz Firatê bi vê nêzîkatiya xwe kevneşopiya Çapemeniya Azad heta dawî bi cih anî. Denîz Firat gerîla, rojnamevan û şervanek ya heqîqetê bû.
Her tim koçer bû
Xwişka wê Binefş tevlî nava refên gerîla bû. Dema Binefş dikeve rê da ku biçe gel refên gerîla, ji ber ku navber pir dirêje, lewma dayîk û bavê wê jî pê re diçin. Di vegerê de jinbav û bavê wê ji aliyê rejîma Îranê ve hate girtin. Piştî ku hat berdan, ji wir derbasî bajarê Ûrmiye bû. Heta demekê li wir ma. Di sala 1991’an de ji Ûrmiye jî derbasî herêma Xakûrkê ya girêdayî Herêmên Parastina Medyayê bû. Ji wir jî derbasî bajarokê Sîdekan a Başûrê Kurdistanê bû. Mirov dikare bêje ku jiyana Denîz Firat bi penaberiyê derbas bû.
Di zarokatiya xwe de li hemberî Tevgera Azadiya Kurdistanê hezkirina wê çêdibe, destpêkê xwişka wê ya 17 salî Ayfer (Binefş), piştre jî xwîşka wê ya din Şukran (Sarya) tevlî refên gerîla bû. Ji ber hezkirina wê ya bi tevgerê re heye wê jî navê Denîz li xwe kir. Di 1997’an de li Zapê di şerekê de xwîşka wê Binefş şehîd bû. Di 8’ê Tebaxa 1999’an de jî di şerekê de li Metînayê xwîşka wê ya din Şukran şehîd bû. Di wê demê de xwîşka wê ya din Horiya tevlî nav refên PKK’ê dibe û navê Binefşê li xwe dike. Malbata ku bi tevahî di nava Tevgera Azadiya Kurdistanê de cih digirin çeka yên ku şehîd dibin, hildigirin û têkoşînê didomînin.
Dest bi nivîsînê kir
Di nava rêxistinê de piştî ku Denîz derbasî xebatên çapemeniyê bû, xwe di hemû beşan de pêş xist. Cara despêkê di kovara ‘Tanriça Zîlan’ de di beşa nivîskî de cihê xwe digire û demek dirêj kar meşand. Her wiha di radyoya ‘Dengê Welat’ de bernameya Rojeva Jin jî pêşkêş kir. Ji ber ku ji nivîsê pir hez dikir, xwestek û hewildanên wê hebûn ku çîrokên hemû jinan bi taybetî jinên gerîla binivîse. Her wiha xeyaleke wê ya din jî ew bû ku pêşangehek ji wêneyên gerilayan bi taybetî yên jinan û wêneyên ku wê bi wênekêşa xwe kişandî veke. Bi wê ve dixwest rojnamevaniya Kurd bi taybet a jin firehtir bike û bikare li hemû qadan rojnamevanên jin biafirîne.
Li Mexmûrê şop hişt
Piştî gundên Bakur ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tên valakirin, gel berê xwe didin Başûrê Kurdistanê. Malbata Denîz Firat hîn jî li Başûr dima. Dema ku gel koçberî Başûr dibin, di sala 1995’an de li Şeranişê kom dibin û malbata Denîz jî derbazî nava wan penaberan bûn. Bi wan penaberan re gelek wargeh guhertin û heta ku gihiştin Wargeha Mexmûrê. Li wê derê jî di sala 2004’an de Denîz hat wargehê û di saziya ciwanan de heta demekê kar kir. Piştre derbasî xebatê ragihandina wargehê ango rojnameya Rojev’ê bû.
Denîz Firat weke xwişka xwe Sarya di 8’ê Tebaxê de di êrişa çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bû. Denîz piştî salan vegeriya xaka xwe ya ku jê dûr ketibû. Li cihê jê dayik bûyî li Wanê spartin axê.
Îro bi sedan keç û xortên Kurdistanê, pênûsa Denîz Firat rakirine û li pey şopa heqîqetê dimeşin. Bi dehan Denîzan di oxira azadiyê de xatir xwestin, lê li pey xwe heskirin û têkoşîna ji bo azadiya jin û Kurdistanê hêlan.