Em baş dizanin; lêgerîna heqîqetê ne hêsan e ji bo zarokên agir û rojê. Ji ber ku gelek zilm û zordarî li pêşiya wan e. Lê ew vê rêyê wek rêyek pîroz dibinin. Di vê oxirê de ger pêwistî bi fedayiya can be, dîsa jî texsîr nakin. Bi ser mirinê de jî diçin zarokên welatê min. Lewma ew leheng in, pakrewan in û sozdarê doza azadiyê ne. Hafiz Akdemîr jî yek ji van lehengên rêya heqîqetê bû. Ew bi sekna xwe, bi tevgera xwe, bi gotin û nivîsandinên xwe li dû heqîqetê digeriya. Ew, yek ji pêşengê Çapemeniya Azad bû.
Hafiz Akdemîr… Lawikê Licê, sozdarê welatê xwe, hevalbendê şoreşgeran, birîndarê Amed a rengîn…
Hafiz Di sala 1965’an de li gundê Sîsê ya Licê hatibû dinê. Hêj di zaroktiya xwe de malbat koçî Amedê kiribûn. Diya wî, ji bo mezinkirina 6 zarokan kedek mezin dida. Bavê wî jî ji bo xwedîkirina malbatê li taxê dikandar bû. Lê Hafiz hêj di ciwaniya xwe de windakir bavê xwe. Lewma pêwîst bû bargiraniya malê jî bigire ser milê xwe.
Lê Hafiz hişyarê daw û doza welatê xwe bû. Hêj di temenê ciwan de kar û barên siyasî di rojeva wî de bûn. Vê hişmendiya netewî jî ji kekê xwe Baqî girtibû. Baqî Akdemîr di pêvajoya derbeya leşkerî ya 12’ê îlonê de hatibû windakirin. Ev yek hem jê re kulek bû, hem jî wî bêtir ber bi dozê ve dikişand. Ji xwe ji ber vê sedemê bû ku hêj xwendekarê lîseyê bû hat binçavkirin. Û bi tawanbariya sempatîzaniya Rizgariya Neteweya Kurdistan, ango rêxistina KUK’ê hate girtin û cezakirin.
Li zindanê 7 sal
Zindana Amedê ya leşkerî jî dît Hafiz, li wir tevlî berxwedana zindaniyan bû. Paşî sirgunî Eskîşehîr û Aydinê bû. Hêj di wan salan de dest bi nivisandinê kiribû. Li wan girtîgehan kovarên weke Heyamola û Kardelen derdixist. Ev yek gavavêtinek ber bi rojnamegeriyê ve bû.
Hafiz di navbera salên 1984 û 1991’an 7 sal di zindanê de derbas kir. Li Girtîgeha Eskîşehîrê ku weke zindana wahşetê dihat nasîn de ew jî di nav koma ku ketibûn grevên birçîbûne. 52 roj li ber xwe dabû Hafiz. Di dawiya greva birçîbûnê de zindanî bi ser ketibûn. Lê belê greva demdirêj di laşê Hafiz de texrîbatê çêkiribû. Mîda wî xwîn bibû û nexweşiya ulserê lê peyda bibû. Piştî ji girtîgehê derket 3 mehan tedawî dît ji bo baş bibe.
Hafiz û rojnamegerî
Dema ji girtîgehê hat berdan demildest dest bi xebatên rojnamegeriyê kir û bû nûçegihanê rojnameya Yenî Ulke’yê. Piştî Yenî Ulke hat girtin di rojnameya Ozgur Gundemê de berdewam kir. Nuçegihaneke hêja bû. Ne li qadekî tenê, li her qada jiyanê nûçeyan çêdikir. Hin caran grevên birçîbûnê yên li avahiya partiya HEP’ê dişopand, hin caran karkerên TEKEL’ê ku li ber xwe didan dikir mijara nûçeyên xwe. Lê ya herî girîng jî nûçeyên kurdên ku rastî zilma dewletê dihatin her tim di serê pênûsa wî de bû.
Hafiz ne tenê nûçegihanî dikir, her wiha bi nasnavê “Rojîn Pale” quncik ji rojname û kovaran re dinivîsand. Pênûsa wî xûrt bû. Lewma jiyana gelê xwe bi her awayê dixwest bide xuyakirin.
Ragihandina rastiya gelê kurd
Ew salên ku rojnameya Ozgur Gundemê dihat weşandin salên xedar bûn. Zilm û zora dewleta faşîst li her qada jiyanê xwe dida hîskirin. Kurd li aliyekî berxwedanek bêhempa dikirin, li aliyê din dixwestin ku zilma li ser wan ji hêla cîhanê ve bê dîtin. Wasîteya vê yekê jî helbet rojnamevan bûn. Lewma hebûna rojnameya Ozgur Gundemê ji bo Kurdistaniyan û dostên wan gelek girîng bû.
Hafiz jî yek ji endamê vê rûmetê bû. Êş û azara gelê xwe radigihand tevahiya Tirkiyeyê û cîhanê. Ev yek dewleta dagirker gelek aciz dikir. Ji ber vê acizbûnê êdî rojnamegerên kurd hedefa dewletê bûn. Lê digel hemû zext û gefxwarina jî Hafiz û hevalên xwe xebata xwe ya pîroz didomandin û rûyê reş yê dewletê radixistin ber çavan.Destpêka salên 90’î de hem tekoşîna gelê kurd hêdî hêdî mezin dibû, hem jî li dijî vê yekê zilma dewletê zêde dibû. Helbet ji bo van rastiyan bidin xuyakirin pêwîstî bi ragihandinek azad û bêtirs hebû. Rojnameya Ozgur Gundem û xebatkarên wê vî barî hildabûn ser milê xwe.
Hedef rojnamevan bûn
Dewleta zilimkar jî vê yekê zanibû. Ji ber wê, ji destpêka weşana rojnameyê, zextên li ser xebatkaran dabû destpêkirin. Girtin, gef, sansur û gefên kuştinê her ku diçûn zêde dibûn. Di demeke kurt de gefên kuştinê li Êlihê bi qetilkirina Cengîz Altûn giha asteke din. Lê dîsa jî rojnamevanên dildarên heqîqetê dev ji karên xwe, dev ji rastiyan bernedan.
Hafiz jî bi nûçeyên ku derbarê kontrgerîla û zext û zora dewletê de çêdikir êdî bibû kelem li ber çavên hêzên dewletê. Rojek li ber deriyê buroya rojnameyê qaxizek ku li ser, “wê pênûsa we bê şikandin, dora we ye” hatî nivîsandin û îmzeya Hizbûlkontra li bin bû hat dîtin. Ji bilî wê, rojeke din Hafiz dema ji buroyê diçû malê rastî kontrola polîsan hatibû û dema xwe wek rojnameger dabû nasîn polîs gotibû “li tiştê ku dinivîsî baldar be.” Ev gefên ha dida xuyakirin ku Hafiz û hevalên xwe êdî di hedefa dewletê û hêzên wê yê tarî de ne.
Hafiz bi bêbextî qetilkirin
Ji xwe pir dirêj ne ajot; di ser qetilkirina Cengîz de 3-4 meh derbas bibû. Rûpelên dîrokê 8’ê hezîrana 1992’an nîşan dida. Qatil û xwînrij li ser kar bûn. Dixwestin Hafiz jî di tarîtiya xwe de winda bikin.
Li kolanek girêdayî Melîkahmedê, li nav dilê Sûra Amedê bi awayeke bêbext rastî êrîşê hat Hafiz. Derbeya giran xwaribû, bi giranî birîndar bibû. Ew rakirin nexweşxanê. Lê piştî gihane nexweşxanê bi demek kurt Hafiz jiyana xwe ji dest da.
Hêzên dewletê ji merasîma cenazeyê ya Cengîz ku bi girseyî hatibû rakirin pir tirsiya bûn. Nedixwestin yê Hafiz jî wisa bibe. Ji ber wê bi lezginî cenaze revandibûn û binaxkiribûn. Lê belê hevalên wî yên rojnamevan û malbatê vê yekê qebûlnekirin. Cenaze careke din ji gorê hate derxistin û ber bi Licê ve hate birin. Hêzên dewletê nehiştin rojnamevan cenazeyê bişopînin. Leşker li goristana Sîsê destên wan li ser tetikê di kemînê de bûn. Nehiştibûn cenaze bibin mizgeftê jî. Dema darbesta Hafiz giha goristanê dengê “Şehîd namirin” bilind bû ji girseyê. Di wê demê de leşkeran êrîş bir ser girseyê. Di nava wê gengeşiyê de cenaze hat veşartin.
Bûyer nehate ronîkirin
Doza qetilkirina Hafiz Akdemîr her tim dixwestin di tariyê de bihêlin. Ji xwe bi salan derbarê dozê de qet pêşketin çênebû. Heta salên 2000’î ku komkujiyên Hizbûlkontra derketin holê derbarê qetilkirina Hafiz de jî rûpelek nû vebû. Di dema kuştina Hafiz de kesê bi navê Fûat Balca yê ku çavdêrî kiribû got ku qatilê Hafiz Cîhan Yildiz e. Ew kes li Viyana ya Awûstûryayê hate girtin û radestî Tirkiyeyê hat kirin. Kujer Cîhan Yildiz wek kiryarê kuştina 11 kesan hat darezandin û ceza lê hate birîn.
Kujerê kurdan serbest bedan
Lê belê ev kesê ku wek qatil hatibû pênase kirin tenê tetîkkêş bû. Ji xwe dewleta dagirker tu car ji sûcên ku li hember mirovahiyê kiriye nehat darezandin û cînayetên bi vê rengê her tim di tarîtiyê de man. Ji xwe Cîhan Yildizê ku wek qatil dihat binavkirin ji hêla hikûmeta AKP’ê ve wek gelek qatilên kurdan serbest hate berdan. Û qetilkirina Hafiz Akdemîr jî weke gelek bûyerên bi vê rengê tu carî ronî nebû.
Hafiz li kuçeyên Amedê dijî
Kujer û xwînrijên ku ji hêla dewletê ve dihatin bikaranîn Hafiz ji nava dilê Amedê qût kiribûn. Lê bîr û bawerî û xeta heqîqetê ku Hafiz jî ji xwe re kiribû şîar her tim li dinê ma. Kujeran nikaribûn vê rastiyê ji holê rakin. Ji xwe piştî Hafiz hevalên wî pênûsa wî ji dest girtin û li ser şopa heqîqetê meşa xwe berdewam kirin. Û Hafiz jî spartin nava dilê Amedê. Ew li tevahiya kuçe û kolanên Amedê ye û di dilê gelan de dijî.