Rojnamevanan di 1’emîn salvegera koçkirina rojnamevan Seyît Evran de, li ser gora wî ya li Şehîdgeha Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo, bi bîr anîn. Di merasîma bîranînê de piştî deqeyek rêzgirtin endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihyedîn Hesen axivî. Mihyedîn Hesen piştî sersaxî ji hevrê û malbata Şehîd Seyît Evran re xwest, bal kişand ser têkoşîna Şehîd Seyît Evran û diyar kir ku Şehîd Seyît bi têkoşîna xwe mîraseke mezin li pey xwe hişt û got: “Lazim e em xwedî li mîrasa şehîdan derbikevin.”
Hevserokê Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) Dilyar Cizîrî peyama dawî ya Şehîd Seyît xwend û bal kişand ser têkoşîna 30 salan a Şehîd Seyîd Evran. Endama Desteya Rêveber a YRA’yê Evîn Îbrahîm jî got: “Em wek şagirtên Şehîd Seyît, heya dawî li ser şopa wî têkoşîna xwe bidomînin.”
Di merasîma bîranînê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û Şehîd Seyît Evran hatin bilindkirin û dirûşmeya “Şehîd Namirin” hat berzkirin.
Merasîma bîranînê bi belavkirina pirtûka Şehîd Seyît Evran a bi navê “Sir û Raza Çiya” bi dawî bû.