Mirad Mîrza dema ku ji bo çêkirina çîrokên Fermana 3yê Tebaxê berê xwe dabû komalgeha Tilqesep a Şengalê, dewleta tirk di 8ê Tîrmeha 2024an de bombe barandibû ser wesayîta ragihandina azad a Çira TV û Çira FMê. Di encama vê êrişê de, nûçegihana Çira TVyê Medya Hesen, nûçegihanê Çira FMê Mirad Mîrza û kedkarê çapemeniyê Xelef Xidir birîndar bûn. Ji ber ku birîna Mirad Mîrza giran bû, heman rojê ew rakiribûn nexweşxaneya Mûsilê. Piştî têkoşîna çend rojan, Mirad Mîrza di şeva 11ê Tîrmehê de li nexweşxaneyê şehîd bû.
Di yekemîn salvegera şehadeta wî de, endamên çapemeniya azad a Şengalê tevî malbata şehîd serdana gora şehîd a li gundê Sikêniyê ya Şengalê kirin û ew bi bîr anîn. Endamê Çira FM, Xelîl Baran daxuyanî da û diyar kir ku ew wek endamên çapemeniya azad û malbata şehîd Mirad serdana gora wî kirine da ku her kes bizane ku ew ê tu carî dev ji riya şehîdên xwe bernedin. Baran wiha got: “Ev êriş ji bo tirsandina endamên ragihandinê hatibû kirin. Dijmin xwest me bide sekinandin da ku em rastiya wan nedin xuyakirin. Lê em dibêjin ku tu êriş nikare pêşiya me bigire û çiraya rastiyê vemire. Weke kedkarên çapemeniyê em soz didin ku em ê heta dawiyê li ser rêya şehîd bin û em ê rastiya civaka xwe bidin xuyakirin.”
Di dawiya daxuyaniyê de, Xelîl Baran bang li hemû endamên çapemeniya Şengalê û ciwanên êzidî kir û got: “Divê dijmin nikaribe me ji riya me ya rast dûr bixe. Pêwîste hemû rojnamevanên Şengalê ji bo xurtkirina yekîtiya civaka Êzidî bixebitin û bi yekîtiya xwe pêşiya êrişan bigirin.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd Namirin” bi dawî bû.