Rojnamevan Ertûş Bozkurt û Mîkaîl Barût ku 3 roj berê di serdegirtina malê de hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan. Polîsan 3 roj berê bi hinceta “îxbar heye” bi ser mala rojnameger Ertûş Bozkurt û Mîkaîl Barût de girtibûn. Bozkurt û Barût piştî 3 rojan li Midûriyeta Polîsan a Amedê hatin rawestandin lêpirsîna wan bi dawî bû. Bozkurt û Barût piştî lêpirsînê li Miduriyeta Polîsan a Amedê serbest hatin berdan.