Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG), Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG), Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyeyê (TGS) û Basin-Îş a girêdayî DÎSKê bi boneya nerazîbûn nîşanî binçavkirina rojnamevanan, nivîskar û hunermendan bikin, li ber avahiya DFG’ê ya li Semta Ofîsa Amedê daxuyanî dan çapemeniyê.
Gelek rojnamevan tev li daxuyaniyê bûn û pankarta “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin, ji rojnamegeran re azadî” vekirin. Rojnamevanan dirûşma “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” berz kirin.
Boltan: Em êrişên li ser rojnamevanan qebûl nakin
Di daxuyaniyê de ewilî Nûnertê Basin-Îşê Hakki Boltan axivî û diyar kir ku niha di rojevê de serdegirtinek malên rojnamevanan a desthilatdariyê heye û got: “9 rojnamevan jî di nav de 16 rewşenbîr hatine girtin. Em vê operasyonê wek êrişek li ser çapemeniyê dibinin. Em bi tu awayî qebûl nakin. Em şermezr dikin. Em dixwazin hevalên me demildest werin berdin. Desthilatdarî her ku dixwaze xwe li ser pêya bigire, êriş dibe ser rojnamevanan. Hemû hevalên me rojnamevan ji ber pîşeya xwe tên tawanbarkirin. Siyaseta heyî ya desthilatdariyê ne ji bo xêrê û ne ji bo gel e. Em rojnamevan wê tu carî destûr nede ku siyasetek wisa li hemberî gel pêk were. Desthilatdarî her çiqas êrişî ser rojnamevanan dike jî lê tu encamek bi dest nexistiye. Helwest û sekna rojnamevanan her xurttir dibe. Bi tu awayî rojnamegerî ne sûc e.”
‘Rojnamegerî ne sûc e’
Piştre endama MKGê rojnamevan Dîlan Babat jî anî ziman ku rojnamevan ji ber nûçeyên xwe tên tawanbarkirin û got ku rojnamegerî ne sûc e û xwest rojnameger bên berdan.
‘Êdî bes e’
Nûnerê TGSê yê Amedê Mahmut Oral jî got: “Destê xwe ji ser rojnamegeran rakin. Êdî bes e.”
‘Em ê her rastiyan binivisînin’
Hevseroka DFGê Dîcle Muftuoglû jî wiha nerazîbûn nîşan da: “Em ê kêliyekî jî dest ji nivîsandina rastiyan bernedin. Bi paş ve gav neavêjin. Em ê têkoşîna xwe ya rojnamegeriyê û nivîsandinê bidomînin. Me heta îro bi paş ve gav neavêt û em ê neavêjin jî. Em dixwazin demildest hevalên me yên binçavkirî bên berdan.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.