12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnamegerên li pey heqîqetê  ceza dikin

Edîtora Rojnameya Yenî Yaşamê Reyhan Hacioglu, diyar kir ku hem AKP û hem hemû hêzên dibin îktîdar di serî de kurdan û çapemeniya kurdan dikin hedef û got: “Şerê me yê ji bo heqîqetê dê bidome.”

Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê bi KHK’ê hatibû girtin û derheqê 6 rojnameger û belavkarekî rojnameyê de doz hatibû vekirin. Danişîna biryarê ku rojnameger bi îdiayên “endamtiya rêxistinê”, “propagandaya rêxistinê”, “kîn û nefret di nava gel de belav kirine” û “pesnê sûc û sûcdar daye” tên tawanbarkirin, li 23’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat lidarxistin. Şandeya dadgehê ji bo xebatkara rojnameyê Mizgîn Fendîk biryara beraetê da û dosyaya Pinar Tarlak jî bi sedema ku dosyayeke wê ya cuda didome, dosyaya wê hate cudakirin.

Şandeya dadgehê bi îdiaya “alîkarî daye rêxistinê” 3 sal û 9 meh cezayê hefsê da Mehmet Alî Çelebî. Bi heman hincetê li rojnameger Reyhan Hacioglû, Îhsan Yaşar, Îshak Yasûl û Hîcran Urun jî 3 sal û mehek û 15 roj cezayê hefsê da. Di heman demê de qedexeya derketina derveyî welat a rojnamegeran jî hate rakirin.

Têkildarî mijarê edîtora rojnameya Yenî Yaşamê Reyhan Hacioglu diyar kir ku li dijî çapemeniya azad her dem polîtîkaya cezakirinê tê meşandin û wiha got: “Ji ber vê polîtîkayê cezayê li me birîn em matmayî nebûn. Ji ber ku di rewşeke ku rûmeta rojnamegeriyê di bin piya de ye. Di rewşek wisa de em li pey heqîqetê ne. Kesên li pey heqîqetê tên cezakirin wekî asayî tê dîtin.”

Rojnameger Reyhan Hacioglu, anî ziman ku ne tenê îktîdara AKP’ê, hemû hêzên tên îqtîdarê, di serî de kurdan û çapemeniya azad dikin hedefa xwe û wiha axivî: “Dema em li dosyayên darizandina hevalên xwe yên rojnameger dinerin, em dibînin ku ji ber zext, tundî û binpêkirina li ser mafê gel û civakê anîne ziman, ji ber heqîqet ronî kirine têne darizandin û cezakirin. Rojnamegerên ku li welatên din xelatê bigirin, li vir tên cezakirin. Ji ber ku em li dijî îktîdarê rojnamegeriyê dikin. Em ji bo mafê gel ê agahdarkirinê nûçeyan çêdikin. Em berdêla vê yekê jî didin.

Reyhan Hacioglu da zanîn ku cezakirina ji ber nûçeyan mirov xemgîn dike û wiha berdewam kir: “Li vî welatî cezakirina rojnamegeran nikare me ji rojnamegeriyê dûr bixe. Em erka xwe berdewam dikin. Ji ber ku em karê rast dikin û rastiyê tînin ziman ên rastiyê naxwazin bêzar dibin. Rastiyek heye. Niha li vî welatî bi dehan rojnameger girtî ne. Li vî welatî tecrîd, şer, xizanî heye. Kuştina jinan heye. Dema mirov li vana difikire nikare qala cezayê ku lê hatiye birîn bike.

Di demên dawî de mînakên hinek kesên ji xwe re dibêjin ‘Rojnameger’ derketin. Kesên ji xwe re dibêjin ‘Rojnameger’ li hemberî pereyên mezin nûçeyên ji rastî û heqîqetê dûr amade dikin. Ev li dijî sinc  û pîvanên rojnamegiyê ye. Lê em nûçeyên heqîqetê amade dikin. Kesên bi pereyan nûçeyan çêdikin tên xelatkirin. Lê kesên heqîqetê tînin ziman tên cezakirin. Em naxwazin bên girtin û cezakirin. Lê em li dijî zilm û binpêkirina mafan bêdeng jî namînin. Dema tundî, zext, binpêkirin hebe em nikarin wan ji nedîtî bên. Şerê me yê ji bo ronîkirina heqîqet û rastiyan didome. Dîroka çapemeniya azad, dîroka berxwedanê ye.”