Ev çend roj in ji bo rojnamegeran jiyan dîsa bi awayekî zehmet derbas dibe. Di nava çend rojan de gelek rojnameger hatin binçavkirin, an jî rastî êrîşa hêzên dewletê hatin. Kêfxweşiya me ew e ku ji hevalên me yên hatin binçavkirin kes nehate girtin. Lê belê tundiya ku li rojnamegeran hate kirin, ne ji rêzê ye. Bi awayekî sistematîk bi rê ve diçe ev pêkutî û zilm.
Helbet karê rojnamegeriyê karekî dijwar û zehmet e. Bi taybetî welatên weke Kurdistanê ku di bin dagirkeriya dewletan de ne û welatên weke Tirkiyeyê ku bi destên kesên faşîzan tên birêvebirin ev zehmetî du sê car zêdetir dibe. Mirov vê yekê dikare ji bo Rojhilata Navîn jî bîne zimên ku şer û mirin jê kêm nabe. Dîsa herêmên weke başûrê Kurdistanê jî weke prototîpa Tirkiyeyê derdikevin pêşberî mirov. Li van welatan jiyana gel jixwe dijwar e. Lê dema mijar dibe çapemenî û rojnamegerî zilma bi destê desthilatdaran bêhtir mezin dibe.
Desthilatdar bi vê zilmê dixwazin ku rojnamegeran ji rastiyan dûr bixin. Li gor wan divê ku rojnameger xwe nêzîkê pirsgirêkên bingehîn nekin; tiştên ku feydeya wê ji gel re hebe nenivîsîne, heqîqetê berovajî bike, serwerî û seltenata desthilatdariyê xirab neke.
Zilma li ser çapemeniya azad
Li Kurdistanê navê rojnamegeriyê bi navê zext û zorê re di heman hevokê de tê gotin. Dîroka çapemeniya azad herçiqas tijî serkeftin û serfirazî be jî, herwiha dîrokeke ji êgir e jî. Di sedsala dawî de rojnamegeriya kurd pêsîra xwe ji mişextiyê, qedexeyan û pêkutiyan xilas nekir. Di 35-40 salên dawî de ev zilma hanê bêhtir zêde bû. Salên 90’î ew sal in ku hema bêjin her meh rojnamegereke/î kurd dihat qetilkirin. Bi dehan hevalên me li kuçeyan, li ser karê xwe rastî êrîşên hovane hatin û hatin qetilkirin. Ên hatin revandin, binçavkirin û rastî êşkenceyê hatin jixwe bê hesab in. Zindanîkirina rojnamegeran, lêpirsîn û dozên li wan hatibûn vekirin jî bûbû kiryareke jirezê. Bi dehan rojnameger neçar man bibin penaber û ji welatê xwe dûr bikevin. Gelek ji wan ev neheqî qebûl nekirin û berê xwe dane çiya, hinek ji wan bûne cangorî di vê oxirê de.
Li ser hîmê qayîm
Weke ku tê zanîn rojnamegeriya kurd gelek tişt buhirandiye. Rojnamegerên çapemeniya azad pir tişt dîtin û li pey xwe hiştin. Lê belê ligel ewqas zilm û zoriyan jî qet serî netewandin. Her tim serbilind bûn, serfiraz bûn. Ew mîrate heta roja îro anîn. Hê jî dema em behsa rojnamegeriya kurd dikin, em wê mîrateya ku şehîdên çapemeniyê ji bo me hiştiye bi bîr tînin. Jixwe ger hîmê çapemeniya azad ne ewqas qayîm bûya heta roja îro nedihat. Ji ber ku ger tu pola bî jî nikarî li dijî ewqas zilm û zora giran bisekinî. Rojnamegerên kurd mîna gel, welat û erdnîgarî û çiyayên xwe yên bi heybet bi serbilindî li ser piyan man û di her rojên teng de xwe ji xweliya xwe careke din afirandin.
Dîsa êrîş, dîsa binçavkirin
Lê helbet zext û pêkutî bi dawî nabin mixabin. Di destpêkê de me got van rojên dawî dîsa hevalên me hatin binçavkirin û rastî êrîşan hatin… Beriya mitinga 13’ê cotmehê ku ji bo azadiya birêz Abdullah Ocalan wê pêk bihata rêveberê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê Serhildan Andan hate binçavkirin. Roja mîtîngê jî rojnamegerên jin rastî tundiya polîsan hatin. Hêzên dewletê xwestin bi êşkenceyê rojnamegerên jin ji karê ragihandinê dûr bixin. Rojnamegerên jin Heval Onkol, Ceylan Şahînlî, Hevîdar Onver û Sonay Odengit rastî êrîşeke tund hatin. Paşî 3 rojnamegerên kurd li Silopyayê rastî êrîşê hatin. Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê Zeynep Dûrgût û Mahmut Altintaş, nûçegihana Jinnewsê Derya Ren, ku dema şopandina nûçeya çalakiya li ser sînor a dayikên li dijî şerî pêk dianîn ji hêla leşkeran ve hatin astengkirin. Paşî jî bi tevlî bi dehan kesan hatin binçavkirin. Li Tirkiyeyê jî nûçegihana ETHA’yê Pinar Gayip hatibû binçavkirin.
Ceza û sansur
Di nava wê hefteyê de lêpirsîn, doz û cezayên li dijî rojnamegeran jî kêm nebûn. Yek ji cezayên herî dawî li Gerînendeyê Giştî yê rojnameya me Xebûnê M. Elî Ertaş hate birîn. Cezayê salek û sê meh ku li Ertaş hate birîn hate taloqkirin.
Ne tenê cezakirina rojnamegeran, herwiha rojname û xwînerên wê jî têne cezakirin. Hefteya borî ji bo rojnameya Yenî Yaşamê bi hinceta ku propagandaya rêxistinê kiriye ji bo hejmara wê ya 12 û 13’ê cotmehê biryara berhevkirinê hate dayîn. Wek xuya dike ji bo zext û zordariya li ser çapemeniyê û rojnamegeran bê şidandin serî li her rê û rêbazê tê dayîn. Li aliyekê behsa nermbûn û diyaloga bi aliyê kurd re tê kirin, li aliyê din zext û zordarî tê zêdekirin. Anku mirov dikare bibêje dewlet hê jî ew dewleta berê ye. Di nava 40 salan de yan jî sed salan de çi guhertin çênebûye. Dewleta Tirk bi tu awayî naxwaze dengekî cuda derkeve û bigihîje raya giştî. Tehamula wê ji çapemeniyeke azad re tune ye. Divê kesek li dijî wan dernekeve; yên derkevin jî wê rastî van kiryarên derhiquqî bên.
Paşvegavavêtin tune ye
Lê gelo ev yek dibe çareserî ji bo daxwaz û pirsgirêka wan? Helbet bersiva ve yekê “na” ye. Ne ewqas zilm û pêkutî meselêyê çareser dike, ne jî rojnamegerên kurd bi paşve gav diavêjin. Weke ku heta niha li mîrateya xwe xwedî derketine û gihane vê astê, ji niha û pê ve jî dê têkoşîna xwe berdewam bikin û serî li dijî tu zordestan netewînin. Bila dost û dijmin her yek vê yekê bizanin.