10 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnamegeran li dijî zextên li ser çapemeniyê daxuyanî da

Komeleya Rojnamegerên Dicle Firatê DFG’ê li parka Koşuyolu ya Amedê rapora binpêkirinên mafên rojnamegeran ê meha çile bi daxuyaniyekê aşkera kirin. Daxuyanî bi tevlêbûna Platforma rojnamegerên jin ên Mezopotamyayê, gelek rojnameger û hevserokên navenda HDP’ê ya Amedê pêk hat.

Rapora mehane ya der barê binpêkirên mafên rojnamegeran ya ku ji aliyê DGF’yê ve hatibû amadekirin bi daxuyaniyekê ji raya giştî re hat aşkera kirin. Di raporê de li ser astengkirina malpera rojnameya Xwebûnê û bi giştî li ser binpêkirinên meha dawî yên li ser çapemeniyê hatin şermezarkirin.

Rapora Rojnamegerên Dicle Firatê (DFG’ê) wiha ye:

Di her şert û mercî de pêdivî pê heye ku rojnamevan û saziyên çapemeninyê bêne parastin. Helbet ev yek çiqas erka xebatkar û şopînerên van saziya bin jî, divê desthilatdar bi kêmanî mercên xebatê ji bo rojnamevanan tekus bike. Ger ev jî nebe, pêwîste destê xwe bi temamî ji qada ragihandinê bikişîne.

Lê mixabin li Tirkiyê desthilatdar berovajî vê yekê tevdigere û dixwaze çapemeniyek yek reng û yek deng ava bike. Ji bo vê jî di serî de saziyên girêdayî xwe avadike. Yên ku nakevin bin emrê wê jî dixwaze bi zext û pêkutiyan bêdeng bike.

Niha careke din em bi rewşekî wisa re rû bi rû ne. Roja îro ku em bi daxuyaniya rapora meha Çile li pêşberî raya giştî ne, em dixwazin van zext û zora li ser çapemeniyê raxin ber çavan.

Roja 28’ê çileyê Saziya Zanistiya Teknolojiyê û Ragihandinê biryareke acêb da. Malperên dijital yên 8 saziyên ragihandinê bi hinceta “ewlehiya netewî û parastina sazûmaniyê” hatin asteng kirin. Ev sazî; Ajansa NuJinha, rojnameya Xwebûn, Yeni Yaşam, Alinterî, Yenî Demokrasî, Komun Dergî, Kizil Bayrak û Umut bûn. Her wiha li gorî rapora me di meha çile de ev hejmar 13 malperên înternetê ne. Tenê ajansa ETHA’yê 3 car hatiye astengkirin di nava vê mehê de. Weke ku xuyadike tevahiya van saziyan; an saziyên çapemeniya Kurd in, an jî yên çepgir in. Yanî bi tevahî ragihandina muxalîf û azad in. Ango ne saziyên di nava hewzê de ne!

Bi taybet astengkirina tekane rojnameya Kurdî Xwebûn û dîsa tekane ajansa jinan ya cîhanî NuJinha, hem ji hêla tevahiya qada ragihandinê ve, hem jî hêla gel ve bi xembarî hate pêşwazî kirin. Di van rojên ku zimanê Kurdî bêtir di rojeva Kurdan de ye, rojnameya wan a weke roniya çavê wan e tê astengkirin. Helbet ev yek aciziyekî mezin bi xwe re tîne. Lê belê nêzîkatiya dewletê di derbarê zimanê Kurdî de ji nêz ve tê zanîn. Ev yek bi qedexekirina muzîka Kurdî li Stenbolê jî careke din xwe da der. Lewma qedexeya li ser rojnameya Kurdî ji me re ecêb nayê. Lê ev nayê wê wateyê ku em van biryarên derhiquqî qebûl dikin. Berovajî; ji bo ku biryarên bi vê rengê pêk neyên emê bêhtir bitekoşin.

Dîsa 29’ê çileyê bi giştînameyeke serokkomariyê hat ragihandin ku medyaya bi dilê desthilatdariyê weşanê neke wê bêne berterafkirin. Ev giştîname weke nîşaneya sansurekî berbiçav hate dîtin û şîrovekirin.

Wek me di serî de jî anî ziman dewleta Tirkiyê di der barê azadiya çapemeniyê de li cîhanê navdar e. Ev yek di raporekî Google’ê de careke din pişrast bû. Nûnertiya Google ya Tirkiyê li ser daxwaza Komîsyona Qada Dijîtal yê Meclisa Tirkiyê raporekî 6 mehên sala 2021’ê aşkere kir. Di raporê de tê gotin ku Tirkiye di warê rakirina naverokên ji motorên lêgerînê de li cîhanê di rêza çaremin de ye. Ger ku fêm bikin ev şerma herî giran e ji bo rayedarên desthilatdariyê. Lê belê em zanin ku ev asta ku em lê ne, li ser daxwaza desthilatdariyê ye û dixwazin ku çapemeniyekî tevahî ji nirxên xwe hatiye valakirin bê sazkirin.

Dîsa weke mînak Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê biryar da ku Tirkiye mafê Denîz Yucel ê ku 367 roj li zindanê girtî maye binpêkiriye û 13 hezar û 300 euro ceza da dewletê. Ev biryar pesendkirina binpêkirina mafên rojnamevanan e. Ji ber ku li girtîgehên Tirkiyê hêjî 65 rojnamevan girtîne û mafê wan bi awayekî berbiçav tê binpêkirin. Herî dawî Sedef Kabaş ji ber nerîna xwe anî ziman û hat girtin.

Ev rewşa em behsê dikin di rapora me ya meha çile de jî baş tê xûyakirin. Dîsa binçavkirin û girtin, dîsa lêpirsîn û doz û ceza, dîsa astengkirin û derbkirina nûçegihana, dîsa astengiya saziyên medya û malperên înternetê… Weke ku hunê di berfirehiya raporê de jî bibinin ev tiştên em behsê dikin rastiya vê erdnîgariyê ye. Lê belê em weke rojnamevanên riya heqîqetê vê zilmê û van binpêkirina mafên rojnamegeran qebûl nakin. Em rojnamevan in, saziyên me saziyên ragihandina civakê ne û ji bo welateke demokratûk û azad têdikoşin. Mafê tu kesî tineye ku gel ji agahiyan bêpar bihêle û rojnamevan ji qada nûçeyan dûr bêxe. Ji bo wê bila zilimkar û zordest destê xwe ji ser rojnamevan û saziyên wan bikişînin. Lewma dûbare em dibêjin; em li vir in û ji vir gavek paşde navêjin.