13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnamegeran di bin dorpêça polîsan de êrîş şermezar kirin

Bi dehan endam û rêveberên DFG, MKG û DİSK Basin İşê bi boneya qetilkirina rojnameger Gulistan Tara û Hêro Bahadîn şermezar bikin li pêş komeyeyê di bin dorpêça polîsan de daxuyanî dan. Rojnamegeran bê navber “Jin Jiyan Azadî” û “Çapemeniya azad bêdeng nabe” berz kirin.

MKG, DFG, DÎSK Basin ÎŞ’ê di dorpêça polîsan de daxuyanî dan û gotin: “Em li dijî êrîş û qetilkirina rojnamegeran tu carî bêdeng namînin. 

Balafirên şer ên SÎHA di 23’ê Tebaxê de li Silêmaniyê maşîna rojnameger Gulistan Tara û Hêro Bahadîn bombe kir û herdu rojnameger qetil kirin.

Komeleya  Rojnamegerên Jin a Mezopotamya (MKG), Komeleya  Rojnamegeran a Dicle Firatê (DFG) û DİSK Basin- İş’ê bi boneya êrîşê şermezar bikin li pêş avahiya DFG’ê xwest daxuyaniyê bidin. Lê polîsan pêşiya komeleyê dorpêç kir û xwest ku rojnameger daxuyaniyê nedin. Lê koma rojnamegeran tevî hemû astengiyên polîsan di bin dorpêça polîsan de daxuyanî dan û qetilkirina rojnamegeran şermezar kirin. Di çalakiyê de parlamenetrên DEM Partiyê Ceylan Akça, Mehmet Ruştu Tiryaki, Meral Danış Beştaş û gelek rêveberên DBP, DEM Partî û sendîkayan jî amade bûn.

Li ser navê rojnamegeran Rêvebera MKG’ê Aysel Işik, daxuyanî da û wiha got: “Em ê li dijî êrişên li ser çapemeniya azad bêdeng neminin. Em wekî Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û DÎSK BASIN ÎŞ’ê vê êrişa li ser rojnamegeran a derveyî mirovahiyê bi zimanekî tund şermezar dikin û em dibêjin divê raya giştî ya navneteweyî li dijî van êrişên sîstematîk demildest têkevin nava tevgerekê.”

Işik da zanin ku di demên dawî de êrişên bi rêya balafirên bê mirov (SÎHA) ên Tirkiyeyê yên li ser herêma Başûrê Kurdistanê zêde bûne û wiha axivî: “Tirkiyeyê do êrişek bir ser wesayiteke aîdî Chatr Production a li herêma Seyîdsadiq a girêdayî bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê û di vê êrişê de kedkarên çapemeniya azad Gulistan Tara û Hêro Bahadîn jiyana xwe ji dest dan. Em gelekî xemgîn in ku hempîşeyên me di vê êrişê de jiyana xwe ji dest dane. Di vê êrişê de tevî berpirsê Chatr Production 6 kes jî birîndar bûn. Ev êriş tenê li rojnamegeran nehatiye kirin di heman demê de li dijî azadiya ramanê û Çapemeniya Azad hatiye kirin.”

Işik, anî ziman ku ev êrişên Tirkiyeyê bi armanca tunekirina Çapemeniya Azad tê kirin û ev êriş yek ji parçeyê bêdengikirina gel e û wiha pêde çû: “Lê di van êrişana de Tirkiye ne bi tenê ye. Hevkariya PDK’ê ya di van êrişana de mînaka îxanetê ye. PDK xizmeta berjewendiyên Tirkiyeyê dike û êrişa li ser çapemeniya azad a li Başûrê Kurdistanê jî kûrtir dike. Em li dijî vê hevkariyê bisekinin, em ê li dijî her cure êrişên li ser çapemeniya azad bi biryarî têbikoşin. Em vê yekê careke dinê tînin ziman. Ev êrişa li dijî Çapemeniya Azad a bi hevkariya Tirkiye û PDK’ê ne ya ewil e ku li Silêmanî li dijî rojnamegeran pêk hatiye. Di 4’ê Cotmeha 2022’yan de endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê, Akademisyen û Rojnameger Nagihan Akarsel bi êrişa çekdarî ya li ber mala xwe hat qetilkirin. Nagihana ku nûçegihantiya jinê kir û li ser vê yekê lêkolîn kir bi salan li Silêmanî dijiya. Li vir di heman demê de ji bo “Pirtûkxaneya Jinan a Kurdistanê” jî xebat dida meşandin.”

Aysel Işik, destnişan kir ku êrişa li dijî rojnamegeran tenê bi Silêmanî sînordar nemaye û wiha pêde çû: “Di 20’ê Mijdara 2022’yan de Tirkiyeyê êrişa hewayî li Dêrika Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anî û tevî nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Îsam Ebdullah 9 kesî jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûbûn. Kesên jiyana xwe ji dest dabûn ji bo alîkariya birîndaran derketibûn ser rê. Di 24’ê Tebaxa 2023’yan de Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî wesayita xebatkarên JIN Tv’yê ya di navbera rêya Qamişlo-Amûdê kir. Bi vê êrişê Necmeddin Feysel Hecî jiyana xwe ji dest da. Dîsa Tirkiyeyê di 8’ê Tîrmeha 2024’an de bi SÎHA’yê êrişî Şengalê kiribû. Bi vê êrişê nûçegîhanê Çira TV’yê Murad Mîrza Îbrahim jiyana xwe ji dest dabû. Bi vê êrişê xebatakara Çira TV’yê Mydia Hussen her wiha kedkar Khalaf Khdir jî birîndar bûbûn. Bi vê wesîleyê em bang li hemû rêxistinên çapemeniyê û parêzvanên mafên mirovan dikin: Li dijî êrişên Tirkiyeyê yên li ser çapemeniya azad dengê xwe bilind bikin ! Li dijî hewldanên bêndengkirinê piştevaniyeke xurt pêşkêş bikin!”

Rêvebera MGK’ê heri dawî anî ziman ku ew wekî MKG, DFG û DÎSK Basin Îş’ê tînin ziman ku dê tu carî li dijî van êrişana bêdeng neminin û wiha bi dawî kir: “Em dîsa diqêrin ku em ê dengê Çapemeniya Azad hîn bi hêztir bilind bikin û em ê heta dawiyê mafên rojnamegeran biparêzin. Em dibêjin bila raya giştî ya navneteweyî û rêxistinên çapemeniyê di vê têkoşîna me ya bi rûmet de li gel me bisekinin.”

Dema Aysel Işik daxuyanî da, polîsan bê navber bi mertalan êrîşî koma rojnamegeran kir û heta dawî xwest rojnamegeran binçav bike. Lê rojnamegeran bedena xwe li pêş mertalên polîsan kirin mertal û heta dawiya dawuyaniyê li ber xwe dan. Piştî daxuyaniyê bê navber dirûşma “Jin Jiyan Azadî”, “Çapemeniya Azad bedeng name.” Berz kirin. Rojnamegeran piştî daxuyani dan derbasî avahiya DFG’ê bûn.