Girtiya siyasî ya nexweş Rojnamevan û Çalakvana Mafê Zarokan Serunaz Ehmed a li Girtîgeha Evîn a Tehranê tê ragirtin, ji ber destûra kontrol û çavdêriya bijîşk nehatiye dayîn, 28 roj in di grevê de ye.
Li gorî agahiyên ji çalakvanên mafên mirovan, Serunaz Ehmed dev ji dermanên fikarê (anksiyete) berdaye û xizmetên tenduristiyê yên girtîgehê red dike. Hate destnîşankirin ku Serunaz Ehmed beriya niha jî di dema êrîşa li ser hucreya jinan a girtîgeha Êvînê de dilgiran bû û rakiribûn nexweşxaneyê.
Wergervan, Çalakvana Mafê Zarokan û Rojnamevan Serunaz Ehmed di Mijdara sala 2022’yan de li gel hevserê xwe Kamyar Fekur, di dema xwepêşandanên Serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” de hatibûn binçavkirin. Beriya wê jî bi hinceta “propaxandaya li dijî dewletê” û “kombûn û komployên ji bo têkbirina ewlehiya netewî” ji aliyê Dadgeha Şoreş a Tehranê ve 3 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.