18 TÎRMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnameger Yilmaz jiyana xwe ji dest da

Rojnameger Nîzamettîn Yilmaz ku tedawiya penceşêrê dibû, jiyana xwe ji dest da.

Xebatkarê rojnameya Azadiya Welat ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin, Nîzamettîn Yilmaz li nexweşxaneyeke Yewnanistanê jiyana xwe ji dest da. Tê payin ku cenazeyê Yilmaz di 17ê Tîrmehê de bînin navçeya Dêrikê ya Mêrdînê û li vir were definkirin.

Yilmaz, di 28ê Adara 2018an di encama serdegirtina malê de li Dêrik a Mêrdînê hate binçavkirin û girtin. Di 26ê Hezîrana 2019an de jî hate berdan. Yilmaz ku tevî nexweşê KOAHê jî hatibû girtin, 87 rojan di greva birçîbûnê ya bi daxwaza rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû. Li girtîgehê bi nexweşiya penceşêra pişikê ket. 3yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê hefsê da Yilmaz. Li ser vê yekê Yilmaz ji neçarî derbasî Yewnanistanê bû.