Rojnameger Mûrat Verîm piştî erêkirina cezayê wî li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê girtin û şandibûn girtîgehê. Verîm, sirgûnî Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Erzînganê kirin. Verîm, nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) bû ku di 29’ê cotmeha 2016’an de bi KHK’ê hatibû girtin. Di sala 2016’an di çapemeniya Şaredariya Kerboranê de xebitî. Derheqê Verîm de bi îdiaya “Li ser navê rêxistinê sûc kiriye” doz hatibû vekirin û 3 sal cezayê girtîgehê li wî birîbûn.
Di 15’ê Îlonê de cezayê Verîm erê kirin. Ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê, Verîm ji 2 dosyayên cuda yên bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “Propagandaya rêxistinê” tê darizandin.