19 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnameger Rossî: Bêyî Ocalan ne pêkan e muzakere pêş bikevin

Rojnameger Benedetta Rossî diyar kir ku hikûmeta tirk li hemberî gavên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heta niha tu gav neavêtiye û wiha axivî: “Ji bo aştiyeke mayînde divê her du alî di nava hewldanan de bin. Di muzakereyên ku Birêz Ocalan nemeşîne de pêşketin jî ne pêkan e.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê sibatê de bi “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” dest bi pêvajoya nû kir. PKK li ser banga Rêberê Gelê Kurd di 1ê adarê de agirbest îlan kir. PKKê di 5-7ê gulanê de kongreya xwe ya 12’emîn pêk anî û di 13ê gulanê de encamnameya kongreyê weşand. Di encamnameyê de hat daxuyanirin ku xebatên têkoşîna çekdarî bidawî bûye û rêxistin hatiye feshkirin. Lê li hember vê yekê hîna hikûmetê gavek navêtiye.

Rojnameger Benedetta Rossî ku di heyeta navneteweyî ya sala borî ji bo şikandina tecrîdê bi Wezareta Dadê re hevdîtin kir de cih girt, der barê biryarên PKKê û nûzîkatiya Tirkiyeyê de ji JINNEWSê re axivî.

Benedetta Rossî der barên banga dîrokî ya Abdullah Ocalan de wiha got: “Dema em hewldanên dawî yên hikûmeta Tirkiyeyê li ber çavan bigirin divê her du aliyan gav biavêta. Pevçûnên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, geşedanên li Sûriyeyê her tişt da lêpirsînkirin. Ji ber vê me nizanîbû wê çi bibe. Banga bêçekbûnê suprîzek mezin bû.”

‘Wateya tevlibûna jiyana siyasî dihewîne’

Benedetta Rossî daxuyakirin ku bi biryara PKKê têkoşîn neqedyaye û got: “Divê PKK tevli jiyana siyasî ya li Tirkiyeyê bê kirin. PKKê piştî kongreyê faliyetên PKKê da sekinandin. Bêguman têkoşîna gelê kurd bi vê naqede. Lê ger dewleta tirk gavan bavêje wê bi riyên din bidome. Muxalefet û desthilatdarî di çareseriya pirgirêka kurd de dixwazin derbasî dîrokê bibin.”

‘Zelalî û piştgiriya gel tunebe demokrasî jî nabe’

Benedetta Rossî wiha dirêjî dayê: “Riya diçe aştiyê bi hatina gel hev a muxalefetê pêkan e. Li dijî gavên PKK û Birêz Ocalan ez heman biryarbûnê bi hikûmeta tirk re nabînim. Ji ber vê jî bêbaweriyek heye. Bêyî zelalî û piştigriya gel demokrasî ne pêkan e. Berdana Birêz Ocalan hîn îhtîmalek dûr xuya dike. Lê di vê nokteyê de qe nebe divê şert û mercên tecrîdê bên guhertin. Bêyî Birêz Ocalan ne pêkan e muzakere pêş bikevin. Gelek pirsên nehatine bersivandin hene. Dema konfederalîzma demokratîk bikeve jiyanê wê bandora wê jî bê dîtin.”