28 HEZÎRAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnameger Reyhan Hacioglû tehliye bû

Di danişîna ewil a doza rojnameger Reyhan Hacioglûyê de biryara tehliyeyê hate dayîn.

Danişîna ewil a doza rojnameger Reyhan Hacioglû ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, li 2yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê hat lidarxistin. Endamên DFG û MKGê û gelek siyasetmedaran jî doz şopandin.

Piştî tespîtkirina nasnameyê, Reyhan Hacioglu dest bi parastina xwe kir. Reyhan Hacioglû diyar kir ku wê di nava 11 salên rojnamegeriyê têkildarî Kurd û Kurdistanê, tecrîdê, ekolojiyê û mijarên cur bi cur de gelek nûçe û bername amade kirine lê di îdianameyê de tenê cihên peyva “Kurdistanê” tê de derbas dibe di îdianameyê de cih girtine. Reyhan Hacioglû wiha got: “Çima ez dibêjim Kurdistan, çima dibêjim tecrîd? Ji ber ku ev der Kurdistan e. Tiştekî xwezayiye ku weke rojnamegerekê peyva kurdistanê bi kar bînin û ev sûc nîne.” Reyhan Hacioglû îdiayên têkildarî tecrîdê jî red kir û got: “Devlet Bahçelî bi xwe behsa tecrîdê kir û banga hatine Meclisê li Ocalan kir. Heke agahî ji kesekî neyê girtin, ev tê wateya tecrîdê.”

Reyhan Hacioglû îdiayên din jî yek bi yek bersivand û got: “Em ê her tim bi mîrateya şehîdên çapemeniya azad li pey xwe hiştî binivîsin.”

Parêzer Jiyan Ozkaplan jî anî ziman ku di îdianameyê de bi zorê sûc hatine afirandin û got: “Ev hiqûqî nîne. Miwekîla min rojnameger e û karê xwe dike. Dozgeriyê ji hemû bernameyan çendek peyv jê girtiye. Dixwazim miwekîla min were tehliyekirin. Îdianameyeke wiha nabe.”

Piştî parastinan, dozger mutalaya xwe pêşkeş kir û xwest rewşa girtî ya Reyhan Hacioglû bidome. Şandeya dadgehê bi şertê kontrola edlî biryara tehliyeyê da û danişîna dozê taloqî 9ê Cotmehê kir.