27 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnameger Oznûr Deger hat sirgûnkirin

Rojnameger Oznûr Deger a li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Tîpa E ya Mêrdînê bû, sirgûnî Girtîgeha Erzînganê hat kirin.

Mudura Nûçeyan a JINNEWSê Oznûr Deger a ku di 7ê Sibatê de li Mêrdînê bi lêdanê hat girtin û li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Tîpa E ya Mêrdînê hat bicihkirin, ji girtîgeha ku lê bû sirgûnî Girtîgeha Erzînganê hat kirin.

Malbata Oznûr Deger ku danê sibehê çûbû cem wê, ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hat ragihandin ku Oznûr Deger hatiye sirgunkirin. Malbata Oznûr Deger ku pirsa kengê hat sirgûnkirin kirin û bersiva 3 roj berê hatiye sirgunkirin girtin.

Oznûr Deger a ku roja sêşemê bi rêya telefonê bi malbata re axivî, ji malbata xwe re gotibû ku ew hîn di girtîgeha Mêrdînê de ye û îhtimala sirgunkirinê heye.