23 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnameger Oznûr Deger hat berdan

Rojnameger Oznûr Deger di danişîna ewil a doza xwe de hate berdan.

Midûra Nûçeyan a JINNEWSê rojnameger Oznûr Deger di 7ê Sibatê de bi hinceta parvekirinên li ser medyaya dijîtal, li mala xwe ya li Qoser a Mêrdînê di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin û girtin. Danişîna ewil a doza Oznûr Degerê li 2yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê pêk hat. Oznûr Deger ku li Girtîgeha Jinan a Erzînganê tê ragirtin bi rêya SEGBÎSê tev li danişînê bû û parêzerên wê jî di danişînê de amade bûn. Her wiha Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî danişîn şopandin.

Di îdianameya Oznûr Degerê de parvekirinên wê yên li ser medyaya dijîtal, parvekirinên der heqê rojnamevan Nazim Daşdan û Cîhan Bîlgîn de ku weke “endamên rêxistinê” hatine nîşandan û her wiha wêneyê birayê wê Abdulselam Deger (Kendal Qoser) jî weke sûc hatin nîşandan. Di danişînê de biryara qedexeya derketine derveyî welat û tehliyeya bi şertê kontrola edlî hate dayin. Doz taloqî 21ê Cotmehê hat kirin.