2 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnameger Umît Ozdal jiyana xwe ji dest da

Nûçegihanê Reutersê Umît Ozdal ê ku di 9ê Adarê de li Amedê xwîn çûbû ser mêjiyê wî û li nexweşxaneyê dihat tedawîkirin, şevê din jiyana xwe ji dest da.

Nûçegihanê Reutersê Umît Ozdal (43) roja 9ê Adarê xwîn çûbû ser mêjiyê wî û li beşa nihêrîna awarte ya Nexweşxaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê dihat tedawîkirin. Umît Ozdal piştî tedawiya 52 rojan li nexweşxaneyê tevî hemû tedawiyê jî jiyana xwe ji dest da.

Umît Ozdal ev 12 sal bûn di Reutersê de kameravanî dikir û 21 sal in ku karê rojnamegeriyê dikir. Ozdal ji navçeya Şemrexê ya Mêrdînê bû û li Amedê pîşeya xwe dikir.