Rojnameger Nazîla Maroofiyan ku bi bavê Jîna re hevpeyvînek kiribû cara çaremîn hat girtin.
Li gor nûçeya Îran Wire ragihandî, cîranên Rojnamevan Nazîla, diyarkirîn Nazîla Maroofian ku deriyê wê hatiye şikandin rastî lêdanê hatiye û hatiye binçavkirin.
Sedema girtina Nazîla Maroofiyan û cihê ku hatî birin nayê zanîn. Tê texmînkirin ku Nazîla Maroofiyan ji ber bertekên wê yên li hemberî binçavkirina hunermend Mehdî Yerrahî û wêneyê wê yê bê hicab ku li ber Girtîgeha Evînê nîşana serkeftinê dide hatiye binçavkirin.