Rojnameger Mûrat Verîm ku li Girtîgeha Tîpa H a bi Ewlekariya Bilind a Erziromê dihat ragirtin, hate berdan. Mûrat Verîm nûçegihantiya Ajansa Nûçeya a Dîcleyê (DÎHA) bû ya ku di 29ê cotmeha 2016an de hat girtin û heta Adara 2016an ku qeyûm lê hate tayînkirin jî li Şaredariya Kerboran a Mêrdînê di Midûriyeta Çapemenî û Têkiliyên Gel de xebitî. Di Çileya 2023yan de jî bi hinceta nîşeyên nûçeyan û daxuyaniyên çapemeniyê hate girtin. Mûrat Verîm, di çarçoveya doza li Dadgeha Cezayên Giran a Midyadê de 16 mehan girtî ma û di 5ê nîsana 2024an de jî hatibû berdan. Piştî erêkirina cezayê wî jî di 15ê îlona 2024an de dîsa hatibû girtin û piştî cezayê wî qediyayî hate berdan. Mûrat Verîm, piştî tehliyeya xwe got: “Ez keyfxweş im ku tev li meşa azadiyê bûm lê dîsa jî dil û hişê min li ser hevalên girtî ye. Hêvîdarim di demekî kin de bên berdan û ev zilm bi dawî bibe.” Mûrat Verîm, piştî berdana xwe çû navçeya Kerboranê cem malbata xwe.