5 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Dozger daxwaza berdewamkirina girtina rojnameger Muftuoglû kir

Di doza rojnameger Muftuoglû de bi hinceta ku hêj parastin neqediyaye biryara domandina rewşa girtî hate dayîn

Edîtora MA’yê Dîcle Muftuoglû ku ji ber xebatên xwe yên pîşeyî tê darizandin, di danişîna xwe ya ewil de parastina xwe kir û got: “Di nava sed salê de gelek tişt guherîn lê zexta li ser rojnamegerên kurd qet neguherî.” Hêj parastin neqediyabûn ku şandeya dadgehê ji bo Muftuoglû biryara domandina rewşa girtî da.

Danişîna ewil a Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Muftuoglû ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin û bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “Avakirina rêxistinê û birêvebirina wê” tê darizandin li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dest pê kir. Rojnameger Muftuoglû li girtîgeha tê ragirtin bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bû. Serokê şandeyê bidestûr e û danişîn bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir.

‘Zeztên li ser rojnamegerên kurd’

Piştre jî rojnameger Muftuoglû parastina xwe kir. Muftuoglû di serî de spasiya hempîşeyên xwe yên ji bo piştevaniyê hatin dadgehê kir. Muftuoglû, diyar kir armanc darizandina rojnamegerî, çapemenî û azadiya xwedîfadekirinê ye û wiha got: “Di bingeha zextên li ser rojnamegerên kurd de, pirsgirêka kurd û rastiya kurd heye. Di nava sed salan de gelek tişt guherîn lê zexta li ser rojnamegerên kurd neguherî. Heta Hrant Dink gelek rojnameger hatin qetilkirin. Ez wan jî bi bîr tînim.”

Bersiv da îdiayên şahid

Bi domdarî Muftuoglû destnîşan kir ku ew û 62 rojnamegerên girtî ji ber nûçeyên zarok û jinên hatine îstîsmarkirin çêkirine tên darizandin û wiha domand: “Armanca îdianameyê, reşkirina pîşeya rojnamegeriyê ye. Şahidê eşkere îdiaya ‘ji hêla rêxistinê ve hatiye perwerdekirin’ dike. Ev îdia, li emniyetê hatine nivîsandin. Her wiha îdiayên ‘copy paste’ in. Şahid ji bo min dibêje ‘di sala 2012’an de li derveyî welat bû.’ Lê ev îdia rast nîne. Di dîroka behsa xeberê de min qezaya trafîkê derbas kiribû û ji malê qet derneketim.”

Ne rêxistinî lê hiyeraşiya nûçe yê ye

Di berdewamê de Muftuoglû anî ziman ku cara ewil di sala 2017’an de derketiye derveyî welet û wiha pê de çû: “Wê demê jî min referandûma serxwebûnê ya Herêma Federe ya Kurdistanê dişopand. Nûçeyên min, di ajansa ez lê dixebitim de tên parvekirin. Çawa ku îro şerê Filistîn û îsraîlê tê şopandin, ez jî wê demê ji bo şopandina referandûmê çûm. Ji bo vê yekê îdiaya ji bo xebata rêxistinî rast nîne. Nayê qebûlkirin ku ji ber qeyda min a derketina derveyî welat îdiayeke wiha bê kirin. Her wiha di dosyayê de şahidê nepen heye. Ew jî xebatên min ên pîşeyî weke xebatên rêxistinî pênase dike. Têkildarî rojnamegeriyê tu zanebûnekî wî nîne û xebatên min weke xebatên rêxistinî nîşan daye. Di esasê xwe de di pîşeya rojnamegeriyê de hiyerarşiya pîşeyî heye. Divê ev yek weke tiştekî rêxistinî neyê fikirîn. Dema kesek ji beşa rojnamegeriyê mezûn dibe an jî ji kîjan beşê jî were, ji ewil weke stajyer dest bi xebatê dike. Piştre jî dibe nûçegihan. Li ser wan re jî şefên nûçeyan hene ku nûçeyên ji strajyer û nûçegihan tên sererast dikin. Bi ser wan re jî edîtor hene. Lewma ji vî alî ve tiştekî rêxistinî nîne. Mijar mijara hiyerarşiyê ye. Anku rewşa çêkirina nûçeyan heye.”

Komkujiya Roboskê weke mînak nîşan da

Muftuoglû, wiha domand: “Pêşniyarên ku navenda nûçeyan ji nûçegihanan re dike, weke ferman hatiye destnîşankirin. Anku pêşniyarên kesekî/a hinek bêhtir xwedî tecrûbe ji bo kesên kêmtir xwedî tecrûbe dike, weke ferman hatiye pênasekirin. Nûçegihantî, karekî kêliyê ye. Ez dixwazim Komkujiya Roboskê weke mînak nîşan bidim. Balafirên şer li wir bombebaran kirin û 34 kes hatin qetilkirin. Wê demê DÎHA çû cihê bûyerê û bi tevahiya cîhanê re ragihand. Medyaya navendî ya ku li benda fermanê, 13 saet piştre ev nûçeye da. Gotin ku ‘heta ji jor telefon neyê em nikarin vê nûçeyê bidin.’ Û rojnamegertî nekirin. Li benda daxuyaniya hikûmetê sekinînin. Em rojnamegeriyê li gorî fermanan nakikn.”

Dozger, xwest ku rewşa girtî ya rojnameger Dîcle Muftuoglû bidome.

Danişîn, bi parastina parêzeran domiya. Hêj parastin neqediyabûn ku şandeya dadgehê ji bo Muftuoglû biryara domandina rewşa girtî da.