Serhildanên li Îranê ku di 28ê kanûnê de dest pê kir, 13 roj in didomin. Serhildanên ku li Tahranê li dijî qeyrana aborî dest pê kirin, li dehan bajarên Îranê û sedan navçeyan belav bû. Piştî çalakiyên serhildanê dest pê kir, êrîşên leşkerên rejîna Îranê jî dest pê kir. Di êrîşan zêdetirî 2 hezar û 217 kes hatine binçavkirin, herî kêm 34 xwepêşander hatine kuştin. Têkildarî serhildanan û sedema serhildanan Rojnameger Îkram Balekanî li ser serhildanên Rojhilatê Kurdistanê û îranê nirxandin kir.
Îkram Balekanî di, anî ziman ku serhildanên li Îranê ne tiştekî nû ye û wiha got: “Encama zêdeyî 40 salên rejîmê ye. Encama zilm û zora rejîma Îranê îro xwe dide der. Ev serhildanên gel nîşan did ku êdî gel ji mirin, kuştin û îşkenceyê natirse. Di sala 2025an de di rêjeya herî bilind de mirov hatin darvekirin. Zêdetirî Hezar û 500 mirov hatin darvekirin. Tevî van darvekirinan, gel dîsa li kolana e. Ev nîşan dide ku gel ji kuştin û darvekirinê natirse êdî. Li dijî vê zilmê îro serhildan heye.”
Îkram Balekanî bal kişand ser geşedanên dawî û wiha pêde çû: “Serhildanên gel li Îranê di serî de ji bo aboriyê dest pê kir. Lê niha rengê çalakiyan û dirûşmeyan cuda ye. Ev nîşan dide ku serhildan ne tenê meseleya aborî ye. Daxwaza gel guhertina rejîmê û meseleya nasnameyê ye. Ku mesele aborî û birçibûn be, gelê kurd 44 sal in bi birçîbûnê nayê terbiyekirin. Ev meseleya azadî û nasnameyê ye. Di van rojan de zêdetirî hezar kesî hatin binçavkirin û girtin. Zêdetirî 20 kes şehît bûn. Kesên şehîd bûn bêtir kurd in û ji bajarê Îlamê nin. Eyaleta herî biçûk a Kurdistanê ye. Lê berxwedana herî mezin nîşan dide. Li Kirmanşan û Îlamê zêdetirî 80 kesî hatin binçavkirin û girtin û piraniya wan kurd bûn. Rengê rejîmê ya li dijî Kurdistanê û Îranê cuda ye. Bi çekan êrişî serhildanên li Kurdistanê dikin, lê li Îranê bê çek mudaxaleyî girseyê dike. Xuya dike ku dê çalakî bidomin. Banga partiyên kurdan hebû.”
Îkram Balekanî li ser helwest û yekîtiyapartiyên kurdan jî rawestiya û wiha lê zêde kir: “Gel li kolanan tê kuştin, rastî îşkenceşê tên û têne kuştin. Kes ji kesî napirse ka nasnameya te çiye û tu ji kijan bîrdoziyê ye. Gel bêyî li nasname û partiyên hev binere, bi hevre li kolanan e. Gel bi hevre daxwaza azadiyê dikin. Sekn û daxwaza gel, partiyên siyasî yên li Rojhilat mecbûr hiştin ku bibin yek. Nûnerên partiyan di asta jor de odeya diyalogê pêş xistine. Ev seknek e baş e. Ji bo 8ê Çile li seranserî Kurdistanê banga grava giştî kirin. PJAK dibêje Kurdistan bê Îlam û Kirmanşan nabe. Li Kurdistanê gelek baweriyên cuda hene. Piştî PJAKê xwe li wir bi rêxistin bûn, ew herêm nêzî tevgera azadiyê bûn û xwe tev li tevgerê kirin.”
‘Dewlet dixwaze serhildanê parçe bike’
Îkram Balekanî li ser helwesta dewletê ya li dijî çalakiyan jî rawestiya û wiha pêde çû: “Dewlet û Rejîma Îranê li Kurdistanê bi rengekî din mudaxaleyî çalakiyan dike. Bi çekan mudaxale dike û dixwaze gel jî bi tundî û çekan bersîv bide ku êrîşên xwe rewa nîşan bide. Dixwaze bibêjin ‘Kurd welatê me parçe bikin û farizan, belucuyan û civakên din ji serhildtanê dûr bixe û serhildana gelan parçe bike.”
Daxuyaniyên Trump û Netenyahu destê rejîmê xurt dikin
Îkram Balekanî bal kişand ser daxuyaniyên serokên dewletên DYA û Îsraîlê û wiha pêde çû: “Daxuyaniyên Serokê DYA û Îsraîlê destê rejîmê xurt dikin. Piştî daxuyaniyên DYA û îsraîlê rayedarên Îranê fermana komkujiyan dan. Trump dibêj ‘Eger Îran mirovan bikuje, ezê mudaxale bikim.’ Başe di 2025an de zêdetirî hezar û 500 mirov hatin darvekirin. Çima mudaxaleyî îranê nekir? Rejîma Îranê 44 sal in her sal 1-2 hezar mirovan darve dike. Ku DYA û Îsraîl bixwaze dikare xizmeta înternetê bide gel. Îran înternetê ji ser gel dibire û têkiliya gel ji hev qut dike. DYA bixwaze dikare bi hêsanî xizmeta înternetê bide gel. Ku înternetê bidin gel, gel dê bêtir dengê xwe bilind bike û zorê bide rejîmê ku rejîm karibe xwe biguherîne.”
Serhildana Jin Jiyan Azadî didome
Îkram Balekanî li ser cudahiya serhildana Jin Jiyan Azadî û çalakiyên niha rawestiya û got: “Berxwedan û serhildana Jin Jiyan Azarî tu carî bi dawî nebûye. Bi hezaran kesên ji ber şoreşa Jin Jiyan Azadî hatine girtin, her roj dengê wan derdikeve û li ber xwe didin. PJAK vê serhildanê wekî dewama Jin Jiyan Azadî bi nav dike. Lê di warê rêxistinî de kêmasî û lawazî hene. Koordînasyona ku pêşengiya serhildanan bike tune ye. Gel bi xwe derdikeve kolanan. Li bajarên Kurdan dibe ku partiyên kurdan hinekî pêşengiyê dikin, lê li bajarên din gel bê organîze derdikeve kolanan. Li Îranê rengê siloganan cudaye, li Rojhilatê Kurdistanê rengê siloganan cuda ye. Serhildan li hemû bajaran heye. Lê bê organîze ye. Di çalakiya Jin Jiyan Azadî de hat dîtin ku Kurd bixwazin dikarin pêşengiya serhildan û şoreşê bikin. Çalakiya Jin Jiyan Azadî li cîhanê deng veda. Niha li Tehranê dest pê kir. Lê hîn li tevahiya Rojhilatê Kurdistanê belav nebûye. Niha tenê li Îlam, Kirmanşan, Hemedan, Loristan dabûne. Lê hîn Ûrmiye, Sine, çav lêye ku rojên pêş li bajarên din ên Kurdistanê gel rabe. Rejîm ditirse ku xwendekarên zanîngehan pêşengiya vê yekê bike. Ji ber vê yekê bi hinceta hewa sar e, zanîngeh xistine betlanê.”
Îkram Balekanî, bal kişand ser bandora van çalakiyan a siberojê û wiha bi dawî kir: “Ev çalakî hinekî girêdayî hêzên derve ne jî. Amarîka û Îsraîl dê çiqas piştgiriyê bidin gel? Amarîka tu carî naxwaze Îran têk biçe. Îran tekane welatê şîî ye. Şîî nebe dê çawa çekên xwe bifiroşin. Îranek lawaz û di xizmeta DYAyê de dixwazin. Dixwaze îraneke lawaz ku di xizmeta DYAyê de be. Heta niha rengê serhildanan ne diyar e ber bi ku ve biçe. Dibe mezintir jî bibe. Dibe raweste jî. Du bajar ketin bin kontrola gel. Dibe ji bin kontrola wan jî derkeve. Lê dê tu tişt wekî berê nebe.”
Azadî nêzîk e
Îkram Balekanî li ser bandora welatê derve jî rawestiya û got: “Hêzên derve her tim ji tevliheviyê sûdê digirin. Her tim dixwaze rejîm sor bibe êrîş bike. Dixwaze gel jî serî hilde û derkeve kolanan. Dixwaze her tim tevlihevî û alozî hebûn. DYA û Îsraîl dixwazin gel rabe. Dixwazin aloz bike. Di rastiyê d piştgiriya dewletên derve tune. Eger piştgiriyê didin dikarin xizmeta înternetê bide. Eger xizmeta înternetê bide em dikarin bibiêjin alîkariyê didin. Derdê wan ne berjewendiyên gelan e. Derdê wan berjewendiyên dewletên serdest in. Pergala Skys Pîcot û ya niha heman pergal e. Gel di ferqa vê yekê de ye. Lê divê tifaqa gel xurt be. Divê gel ne li bendê bin ku hinek ji derve bên wan xelas bikin. Divê gel bi xwe bawer bibin. Mînaka Rojava li ber çavan e. Niha mînak heye. Kerem bikin li Rojavaa binerin. Rojava ji bo kurdan destkeftiyên mezin in. Rojhilat xwedî çiyayê Zagros e, derfetên Rojhilat bêtir zêde ye. Dora Rojhilat e. Azadî nêzîk e.
