Rojnameger Huseyîn Aykol ji ber xwînrijiya ser mejiyê wî rakirin nexweşxaneyê.
Rojnameger Huseyîn Aykol îro êvarê li mala xwe bi awayekî ji ser hişê xwe çûbû hat dîtin. Ew rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sîncanê ya Enqereyê.
Hat ragihandin ku Aykol hatiye entubasyonkirin. Li bendê ne ku ji hêla bijîşkê cerahê mejî ve were muaynekirin.
Rojnameger Huseyîn Aykol, xistin emeliyatê. Bijîşkan diyar kir ku emeliyat xeternak e.