27 HEZÎRAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnameger Ertaş beraet kir

Dadgeha Îstînafê, salek û 3 meh cezayê hefsê yê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” li rojnameger Mehmet Alî Ertaş hatibû birîn derhiqûqî dît û biryara beraetê da.

9emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê di 10ê Cotmeha 2024an de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” salek û 3 meh cezayê hefsê dabû Midûrê Karên Nivîsan ê rojnameya me Mehmet Alî Ertaş. Ev cezayê hefsê, ji hêla 2yemîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Herêma Amedê ve hate betalkirin. Dadgeha îstînafê, parvekirinên Ertaş ên li ser medyaya dijîtal weke “Ne di wê astê de ne ku rêbazên tundî û gefxwarinê yên rêxistinê teşwîq bikin an jî pesnê wan bidin” û bi sedema ku hêmayên sûc çênebûne biryara beraetê da.

Dadgeha Îstînafê, diyar kir ku 9emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê delîl şaş nirxandiye û biryara cezayê hefsê ya salek û 3 mehan weke biryareke derhiqûqî nirxand. Dadgehê, hewcehî nedît Ertaş dîsa were darizandin û biryara beraetê da.