12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnameger Demîr a 138 sal ceza lê birîbûn li qada parastina medya jiyana xwe ji dest da

Rojnamevan û Midûra Karên Nivîsan a Azadiya Welat Emîne Demîr, piştî dadgehê 138 sal cezayê girtîgehê lê birî, berê xwe da çiyê û tev li gerîlayê HPG’ê bû. HPG’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku Emîne Demîr li Herêma Parastina Medya şehîd bûye.

Ajansa Nûçeyan a Firatê der barê rojnameger Emîne Demîr û gerîlayên HPG’ê nûçeyek parve kir. ANF’ê nûçe spart daxuyaniya HPG’ê û destnîşan kir ku HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên jiyana xwe ji dest dane aşkere kiriye.

Nûçeya Ajansa  Nûçeyan a Firatê (ANF) wiha ye:

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî 3 gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye: “Kedkara çapemeniya azad û milîtana pêşeng a gelê me hevrêya Rosîda Mêrdîn û hevrêyên me Mazlûm û Berxwedan di 17’ê Adara 2024’an de şehîd bûn. Hevrêya me Rosîda Mêrdîn weke şopdara Mazlûm Dogan, Selçûk Şahan, Gûrbetellî Ersoz, Halîl Dag, Cesûr Roboskî, Arjîn Amed, Denîz Firat, Nûjiyan Erhan, Alî Kanîroj û Jiyan Amargiyan di ronîkirina gelê me de, di fêhmkirina rastiya dijmin de û di beralîkirina êrişên şerê taybet de ked da û kadroyeke pêşeng bû ku rol lîst. Hevrêya me Rosîda bi têkoşîna xwe ya ji metropolên Tirkiyeyê heta çiyayên Kurdistanê, bersiva herî bi wate da zextên dijmin ên li ser çapemeniya azad û gelê me. Ji bo rastgiriyê bigihîne gelê me û raya giştî ya cîhanê, her cûre zext, êşkence û zilm da ber çavên xwe û di vê oxirê de li zindanên dijmin dilsoza têkoşîna xwe ma, li dijî dijmin di sekna jinê ya azad de tawîz neda. Çiyayên Kurdistanê weke qada têkoşînê ya herî bi bandor a li dijî zilma dijmin dît, xwe gihand çiyayên Kurdistanê û karê çapemeniya azad ku gelekî jê hez dikir li vê derê dewam kir. Di destekî xwe de pênûs û kamera, di destê din de jî bi çeka xwe û agirê azadiyê yê di dilê xwe de, bi meşa xwe ya azadiyê ya ku li çiyê meşand, hem gerîlatî bi têr û tijî jiya hem jî kêliyên azadiyê yên gerîla ebedî kir. Hevrêya me Rosîda bû dengê gur ê çapemeniya azad li çiyayên Kurdistanê, di dema pêwîst de li refên herî pêş li dijî dijmin şer kir û milîtaniya jinê ya azad a Apoyî û fermandariya YJA Starê bi rengekî hêja temsîl kir.

Hevrêyê me Mazlûm ku welatparêziya gelê me yê Efrînê û dilsoziya bi welatê me Kurdistanê re di kesayetiya xwe de temsîl kir, bi hesret, coş û kelecaneke mezin xwe gihand çiyayên Kurdistanê, hebûna xwe bi kedê li çiyayên Kurdistanê misoger kir. Bi tevlîbûna xwe ya bi fedakarî ya di her kêliya jiyanê de bû yek ji hevrêyên me ku nirx afirand û têkoşîna xwe ya bi rengê fedaîtî bi şehadetê gihand asta herî bilind. Hevrêyê me Mazlûm di heqîqeta PKK’ê de xwe heland û ebedî bû.

Ewladê hêja yê gelê me yê Ereb, şoreşgerê enternasyonalîst hevrêyê me Berxwedan weke milîtanekî hêjayî navê xwe li dijî mêtingerî û dagirkeriya Tirk di nava têkoşîna me de ku alternatîfa azadiyê ya gelan e, berxwedaneke destanî nîşan da. Hevrêyê me Berxwedan ku bi baweriyeke xurt bi Rêber Apo û felsefeya wî dilsoz bû, weke şervanekî heqîqetê her kêliya jiyana xwe bi hewldanên xurt ên ji bo fêhmkirin û bicihanîna Rêberê me derbas kir û bû milîtanekî mînak.

Em soz didin ku têkoşîna azadiyê ya ku hevrêyên me Rosîda, Mazlûm û Berxwedan radestî me kirine bi rengekî ku hêjayî wan bin mezin bikin, di serî de malbatên wan ên hêja sersaxiyê ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Dest ji rojnamegeriyê berneda 

Emîne Demîr (Rosîda) li navçeya Qoserê ya Mêrdînê ji dayik bû. Li nava malbat û derdoreke welê mezin bû ku dilsozê nirxên Kurdistanî bû, bi nasname û hişmendiya Kurdîtiyê dihate naskirin û tevlîbûn li nava têkoşînê kiribû. Hevrêya me ji ber ku li nava derdoreke bi vî rengî mezin bû, ev yek ji xwe re kir zemîna lêgerîna li nasnameya xwe ya azad. Ji ber vê yekê jî bala wê li ser çand, ziman û nasnameya Kurd bû. Êşa bêziman, bênasname û bêwelathiştina gelê me ji dil hîs kir. Dilsoziya xelkê me yê Mêrdînê ya li çand û zimanê Kurdî di kesayetiya hevrêya me Rosîda de şênber bû. Mîna pêşengê Çaran ê Zindana Amedê hevrê Ferhat Kûrtay ku di salên destpêkê yên partiya me PKK’ê li ser bingeha eleqeya mezin a li Kurdî PKK gihand asteke girîng, wê jî da ser şopa heman kevneşopiyê. Mîna hemşeriyê xwe hevrê Ferhat Kûrtay gelekî hewl da ku têkoşîna azadiyê ya gelê me mezin bike û di heman demê de çand û zimanê Kurdî bide jiyîn. Hevrêya me Rosîda ji sala 2007’an û pê ve li Zanîngeha li Enqereyê ku dixwend, ev lêgerîn û hewldana xwe dewam kir. Li gel polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk a mêtinger qirker ku zimanê Kurdî tine dihesibîne, hewl da zanîngehê bike warê pêşvebirina çand û zimanê Kurdî. Dît ku çepera herî xurt a ku têkoşîna xwe ya çand û zimanê Kurdî lê bimeşîne rojnameyên Kurdî ye. Ji çinarê me yê mezin Apê Mûsa heta bi generalên wî yên biçûk tevlî sazî û kevneşopiya çapemeniya azad bû ku bi sedan şehîdên xwe hene û ji xwe re weke rûmeteke mezin dît ku bibe parçeyek ji vê têkoşînê. Li ser vê bingehê beşdarî nava karên rojnameya Azadiya Welat bû, di astên cuda de kedeke mezin da. Bêyî ku cudahiyê bixe nava wezîfeyê ji bo xurtkirina karê çapemeniya azad û zimanê Kurdî têkoşiya.

Hevrêya me Rosîda ku weke jineke Kurd xwedî li çand û zimanê xwe derket, bi pêş ve bir, xurt kir, gotin û pênûsa xwe bi rengê herî bedew bi kar anî, bû hedefa dewletê. Bi vî rengî hewl da karên pêşvebirina çand û zimanê Kurdî, karê weşangeriya çapemeniya azad asteng bike. Lê belê hevrêya me Rosîda ti carî paşve gav neavêt, li hemberî dijmin serî netewand û bêyî ku navberê bide têkoşîna xwe mîna li derve li zindanê jî heman sekn nîşan da. Piştî ku ji zindanê derket, bi eşq, daxwaz û biryardariyeke hîn mezin karên çapemeniya azad dewam kir. Têkoşîn û tevlîbûna xwe hîn mezin kir, berpirsyariyên hîn mezin hilda ser milê xwe û li gel temenê xwe yê ciwan jî bû midûra karên nivîsê ya rojnameya Azadiya Welat. Dewleta Tirk ku fêhm kir nikare têkoşîna hevrêya me Rosîda bisekinîne ku ciwaneke bi rûmet a Kurd bû, ji ber karê li çapemeniya azad a li rojnameya Azadiya Welat 137 sal cezayê girtîgehê li hevrêya me ya 24 salî birî. Dewleta Tirk bi vê polîtîkaya xwe careke din nîşan da ku bi çi rengî dijminê gelê Kurd, dijminê çand, ziman û nasnameya Kurd e, bi çi rengî dijminê karê çapemeniya azad e.

Hevrêya em Rosîda ku dît, ji bo meşandina karên çapemeniya azad dewleta Tirk a faşîst derfet û zemîn nehiştiye û cezayekî dûrî ji aqil ê 137 salan lê hatiye birîn, ji bo karibe têkoşîna xwe bi rengekî azad û hîn xurt bimeşîne dest ji Zanîngeha Enqereyê berda û berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrêya me Rosîda ji ber zext, ceza û polîtîkaya dewleta Tirk a ku mafê jiyanê nade Kurdên azad, berê xwe da çiyê û têkoşîna xwe derbasî çiyê kir. Hevrêya me Rosîda li çiyayên Kurdistanê rahişt pênûs û kameraya xwe, tevlî karê çapemeniya azad ê li çiyê bû û li ser xeta Gûrbetellî Ersoz û Halîl Dag meşiya. Li hemberî êriş û asîmîlasyona dewleta Tirk a mêtinger ku gelekî hewl dide ciwanên Kurd ji cewhera wan dûr bixîne, li ser xeta berxwedêr a dayikên Kurd ên ku afirînerên ziman, çand û dîroka me ne, meşiya û bi daxwazeke mezin xwedî li zimanê Kurdî derket, li ser vê bingehê li çiyê têkoşîneke xurt meşand.

Hevrêya me Rosîda li çiyayên Kurdistanê xwe gihand cewhera xwe û PKK’ê, li nava refên xwedawendên azad ên ku çiyayên pîroz ji xwe re kirine war, bû yek ji wan pêşengan ku jiyana nû afirand. Hevrêya me perwerdeya xwe ya gerîlatiyê ya bingehîn bi serketineke mezin qedand, weke jineke ciwan bû milîtaneke pêşeng a Îdeolojiya Azadiyê ya Jinê ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye afirandin. Hevrêya me li gelek qadên cuda ma, li her qada ku lê ma bi hevrêyên xwe re bû yek, bi ruhekî komunal tevlî kar bû, pêşengî ji hevrêyên xwe re kir ku bi xurtî beşdarî kar bibin û di demeke kurt de bû gerîlayeke şareza. Bi gotina, ‘Dilsoziya bi çiyê, hevrêyan û xwezayê re ji bo min esasê bingehîn ê milîtaniyê ye’ dilsoziya xwe ya bi hevrêyên xwe û xaka pîroz a Kurdistanê re bi rengê herî cewherî anî ziman. Hevrêya me Rosîda nirxên ku şehîdên me yên nemir bi xwîna xwe afirandine, bi xurtî li wan xwedî derket û ji bo wan pêş ve bibe çi ji destê wê hat kir.