DEM Partî Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî li dar dixe. Konferansê duh dest pê kir, îro jî dê bi encamnameyekê bi dawî bibe. Konferans li Navenda Çandê ya Cem Karaca ya li navçeya Bakirkoya Stenbolê tê lidarxistin. Ji Kurdistan û ji gelek welatên cîhanê gelek akademîsyen, rewşenbîr û siyasetmedar beşdarî konferansê bûn e û pêkanîn aştiyê, civakeke demokratîk û azmûnên cîhanê yên aştiyê nîqaş dikin û li ser van mijaran diaxivin.
Di konferansê de mijarên wek çêkirina qanûnên aştî û azadiyê, nenasîna mafên Kurdan wek ziman, nasname û bikaranîna zimanê aştiyê ya medyayê jî hatin axaftin û nîqaşkirin.
Gelek rojnameger jî beşdarî konferansê bûn e. Rojnameger Kurd Eyup Burç û Ferîd Demîrel jî di konferansê de guhdar in û çavdêriyê dikin.
‘Meseleya Kurd meseleyek navneteweyî ye’
Rojnameger Eyup Burç bi bîr xist ku di konferansê de tecrûbeyên aştiyê yên navneteweyî tên vegotin û nîqaşkirin. Eyup Burç diyar kir ku alîgirên aştiyê hemû gihane hev û li ser çareseriya meseleya Kurd diaxivin û got: “Meseleya Kurd bûye meselek navneteweyî. Çareserkirina pirsgirêka Kurd dê bibe dermanê dilê tevahî Kurdên Rojhilata Navîn. Ez girîngiyê didim konferansên bi vî awayî. Fikir û raman li pêş dikevin û ezmûnên aştî û çareseriyên li cîhanê yên heyî miqayeseyî hev tên kirin. Ev konferansên wiha ronahiyê tînin û bêronahî jî çareserî jî di taritiyê de nabe.”
‘Kurd ji bo yekitiyê nêzî hev dibin’
Eyup Burç da zanîn ku di konferansê de peyamên Kurdistanî bala wî kişandin e û wiha got: “Di vê konferansê de ya ku herî zêde bala min kişand ku hemû temsîlkarên aliyên Kurdistanê hebûn û fikr û peyamên xwe parve kirin. Ev peyam û fikir diyalog û tifaqa di navbera Kurdan de tîne ber çavan. Tifaqa Kurdan dê bibe sedem û bingeha çareserkirina hemû pirsgirêkên Kurdan ên li Rojhilata Navîn. Karektera vê konferansê nêzîkî karektera konferansa Duhokê ye. Kurdan bi konferansên dawî ku li hev kom bûn, deng vedan.”
‘Divê Tirkiye aktoriya xwe ji bîra neke’
Eyup Burç bal kişand ser berpirsiyariya Tirkiyeyê ya ji bo pêkanîna aştiyê û got: “Heke Tirkiye aktoriya xwe û berpirsiyara xwe ya pêkanîna çareseriyê û aştiyê pêk bîne û heke tifaqa Kurdan jî qewîn bibe ev pirsgirêk wê bi awayekî hêsan were çareserkirin. Kurd xwedî mafên xwe ne, dawa mafên xwe dikin. Divê beriya her tiştî dewleta Tirk ji bo çareseriyê were rê.”
‘Divê yasayên entegrasyonê werin çêkirin’
Eyup Burç destnîşan kir ku heke çareserî bêqanûnî çêbibe, navê wê nabe çareserî û wiha axivî: “Çareseriya şer dest pê kiriye. Modelên cîhanê yên bi vî rengî cuda cuda hene. Bêqanûn nabe ku ev pêvajo biçe serî. Heke guhertinên qanûnî bên kirin dê baweriya bi pêvajoyê jî zêde bibe. Divê ev yasa çêbibin ku gel baweriya xwe bi dewletê bîne. Yasa pêwîst in. Kurdistan heta niha bi yasayên taybet hate îdarekirin, Kurd bi yasayên taybet hatin înkarkirin. Divê ku yasayên entegrasyonê werin çêkirin. Jixwe birêz Ocalan jî behsa yasayên aştiyê û çareseriyê dike. Siyaseta demokratîk jî divê li ser esasê yasaya demokratîk were çêkirin.”
‘Divê ziman were mîsogerkirin’
Rojnameger Ferîd Demîrel jî anî ziman ku ev pêvajo pêvajoyek derbasbûna qonaxek din e û wiha got: “Pêvajo hê jî temam nebûye, hê destpêk e. Lê divê hin tişt bên axaftin. Yek ji wan jî rewş û statuya zimanê Kurdî ye. Tişta ku miletekî dike milet ziman e. Hê qonaxa aştiyê ye, lê ziman tiştekî esasî ye. Ji bo mîsogerkirina mafên zimanî divê çi rojnameger bin, çi nivîskar bin û çi jî saziyên sivîl bin divê vê meseleyê bixin rojevê. Ji ber ku 50 milyon kes bi vî zimanî diaxive. Divê her dem ziman di rojeva sazî û dezgehan de be. Ji ber ku ev ziman zimanê miletekî ye.”
Zimanê medya Tirk, Kurdan aciz dike’
Ferîd Demîrel bal kişand ser zimanê medyaya Tirkiyeyê ya li dijî pêvajoyê û aştiyê û ev yek anîn ziman: “Mixabin rojnamegeriya li Tirkiyeyê rojnamegeriyek şerxwaz e, ne rojnamegeriyek aştîxwaz e. Çedn saziyên medyaya Kurdî jê derxe û ji bilî çend saziyên ku hejmara wan hindik e, zimanê aştiyê bikar tînin û aştiyê dixwazin. Lê bi giştî medyaya Tirkiyeyê zimanê wan şerxwaz e û şer diafirîne. Medyaya girêdayî hikûmetê û medyaya nêzî muxalefetê ye zimanê şer bikar tînin. Em vî zimanî ji salên 90î nas dikin û dizanin. Lê divê zimanê medyayê li gorî vê pêvajoyê be û bê sazkirin. Eger ku medya bi zimanekî erênî bikar bîne û ragihîne, dê aştî pêk were. Lê heke bi zimanekî şer weşangeriyê bike civak jî di bin bandorê wê de dimîne. Civak nikare xwe li gorî zimanê medyayê saz bike. Tişta esasî ew e ku medya divê ne zimanê şer, divê zimanê aştiyê bikar bîne. Zimanê nûçe û şîroveyên medyaya Tirkiyeyê gelê Kurd diêşîne. Medya Tirkiyeyê mafên gelê Kurd nabîne û mafên gelê Kurd ji nedîtî ve tê. Divê terka zimanê salên 90î bê kirin.”
