Wê ji Tirkiye û hevalbendê wê re xewn û xeyal be ku em ê ji dengê rastiyê dûr bikevin, her şehadeta hevalekî me soza me bi vê dozê re xurtir dike. Em soz didin hemû hevalên xwe yî ku canê xwe ji bo derxistina rastiyê feda kirine em kamîre û pênûsa we li erdê nahêlin.
Dema dagirker bixwazin civakekê tune bikin di serî de êrîşî dengê wê dikin.. Weke çavreşî û qirkirina Dewleta Tirk li ser gelê kurd..
Dewleta Tirk ji bo xwe rojnamegeriya azad li her derê xeter dibîne û dike hedef, li rojavayê Kurdistanê jî hewl dide dengê rojnamegeran qut bike.
Destpêkê bi gefan, dema ku rojnameger ragihandina azad guh nadin vê yekê, vê carê jî bi îmhakirina fîzîkî yekser hedef digre. Mînakên vê jî hevreyên me Gulistan, Hêro, Nûjiyan, Denîz, Dilîşan û Rizgar, îro jî hevrê Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn in.
Di 46 salên çapemeniya azad de ji sedî zêdetir rojnameger hatine şehîd kirin. Taybet di nava Şoreşa Rojava de tenê de 30 rojnemeger bûn armanca êrîşên Dewleta Tirk û çeteyên DAIŞê..
Lê Çapemeniya Azad dev ji ragihandina heqîqetê berneda. Ew rojnemegerên ku dengê gelê xwe, berxwedaniya hêzên xwe, qêrîna zarokên xwe, hovîtiya li ser axa xwe ji bo raya giştî radighînin… Dema ku hevkarê Dewleta Tirk DAIŞê li gelek deverên Rojhilata Navîn hovîtî pêk anî, herî zêde xebatkarên Çapemeniya Azad rastiyê ragihandin.
Nazim û Cîhan, weke du rojnamegerên ciwan hîn di salên destpêkê yê Şoreşa Rojava, ji bakurê Kurdistanê berê xwe dabûn Rojava, xwestin ku têkoşîn û berxwedaniya di nav Şoreşa Rojava ya li hemberî êrîşên hovane yên Dewleta Tirk û çeteyên wê, ji raya giştî re ragihînin.
Lê li xweşiya Dewleta Tirk nehat û di berxwedaniya Bendava Tişrînê de erebeya hevalên me Cîhan û Nazim kirin armac û ew şehîd xistin… Ji wan heye ku bi yekê wê bikaribin dengê rastî û heqîqetê bigrin, lê ew nizanin ku bi sedan Nazim û Cîhan hene dê qirkirina wan li ser gelên li herêmê ji raya giştî re ragihîne û li hemberî şerê ragihandina wî bibin bersiv…
Hevrê Cîhan herdem digot, dagirker dixwazin dengê me bigrin gereke em li himber wê bi hêz û wêrek bin…û rastî jî ew xwediya gotina xwe bû ew bi wê cesaretê bi wê heybetê heta kêliya dawî ya jiyana xwe rastî radigihand…
Hevrê Nazim jî yê ku şerek nema û cihê xwe tê de negirt, bi qehremanî, fedekarî, lehengî û bi kamîreya xwe heta kêliya dawî ya jiyana xwe li kêlek şervanan di cebheyên li pêş rastiya hovîtiya Dewleta Tirk radigihand, ew bi nûçeyên xwe karîbû bibe bersiveke xurt ji ragihandina Tirkiyeyê ya derew re..
Lê tişta ku zora mirovan diçe ew saziyên ku qaşo dibêjin em mafê rojnamegeran diparêzin, gelo qey nabînin bê evqas rojnemeger bûne ermanca êrîşên Dewleta Tirk, eceb mirov kare bêje ku bêdengiya wan tê wateya şirîkatiya wan bi Dewleta Tirk re…
An em weke rojnemeger dikarin vê bêjin, ger hûn xwedî li rojnemegeran ango dengê rastiyê dernekevin wê demê nebêjin em mafê we diparêzin… Car din em weke rojnamegerên li Bakur û Rojhilatî Sûriyeyê, li rojavayê Kurdistanê dibêjin: “Wê ji Tirkiye û hevalbendê wê re xewn û xeyal be ku em ê ji dengê rastiyê dûr bikevin, her şehadeta hevalekî me soza me bi vê dozê re xurtir dike… Ji bo wê jî em dibêjin em soz didin hemû hevalên xwe yî ku canê xwe ji bo derxistina rastiyê feda kirin em kamîre û pênûsa we li erdê nahêlin bila dilê we rehet be hevalên we rêka we dewam dikin…