Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Delal Akyuz duh li Îzmîrê di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin. Piştî karûbarên li Midûriyeta Polîsan a Îzmîrê, vê sibehê Akyuz birin Edliyeya Îzmîrê. Dozger bi şertê berdana kontrola edlî Akyuz sewqî dadgeriyê kir. Dadgeriyê bi şertê qedexeya derketina derveyî welat biryara berdana Akyuz da.
Tawanbariya dubare
Hat zanîn ku tawanbariya “propaganda rêxistinê” li Akyuz hatiye kirin û ev tawanbarî berê jî xistine stûyê Akyuz. Akyuz dema xwendekariya xwe di sala 2017’an de ji tawanbariya “propaganda rêxistinê” sal û mehek ceza lê hatibû birîn. Dozger ji Akyuz pirsên ku di sala 2017’an de bi kê re hevdîtin kiriye û ji kê re peyam şandiye kir. Akyuz ji ber wî cezayê berê lê hatibû birîn 7 mehan girtî mabû û bi heman tawanbariyê di sala 2019’an de dîsa der barê wî de doz hatibû vekirin.