Endamên DAIŞ’ê di 14’ê cotmeha 2014’an de Belavkarê Rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundemê Kadrî Bagdu li taxa Ova ya navçeya Seyhana Edeneyê, bi çekê ji pişt ve qetil kiribûn. Di ser kuştina Bagdu re 7 sal derbas bûn. Lê hê jî gavek nehatiye avêtin. Di lêpirsînê de Servet Koç ê DAIŞ’î li xwe mikur hat. Lê tiştek nehat kirin. Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê, di cotmeha 2020’î de ji bo kuştina Bagdu gotibû “Ne bûyereke terorê, bûyereka edlî ye” û der barê dosyeya lêpirsînê de biryara “Lêgerîna daîmî” dabû.
Bagdu dê sibê li ser gora xwe bê bibîranîn.