Di danişîna biryarê ya duh hatiye lidarxistin de nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yûrtserver, Berîvan Altan, Selman Guzelyuz, Hakan Yalçin, Emrûllah Acar, Ceylan Şahînlî, Zemo Aggoz û Denîz Nazlim; nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren û Oznur Deger û stajyerê MA’yê yê berê Mehmet Gunhan hatin darizandin. Di danişînê de derbarê 8 rojnamegeran de cezayên hevsê hatin dayîn.
Di danişîna biryarê ya li Dadgeha 4’emîn a Cezayê Giran a Enqereyê de hatiye lidarxistin derbarê Habîbe Eren, Ceylan Şahînlî û Mehmet Gunhan de biryara beraetê; derbarê Dîren Yûrtsever, Berîvan Altan, Selman Guzelyuz, Hakan yalçin, Emrûllah Acar, Zemo Aggoz, Denîz Nazlim û Oznûr Degerê de jî 6 sal û 3 meh cezayên hefsê hatin birîn.
Li dijî cezayên li rojnamegeran hatine birîn bertek didomin û dê li Amed, Stenbolê û Enqereyê ev ceza dê bi daxûyaniyan werin protestokirin.
Di vê çarçoveyê de 6’ê tîrmehê di pêşengtiya Komeleya Rojnemegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê de dê saet di 17:30’an de li pêşiya avahiyê DFG’ê daxuyaniya çepemeniyê were lidarxistin.
Dîsa di 6’ê tîrmehê de Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS), Sendîkaya Xebatkarên Çapemenî, Weşan û Matbaayê (DÎSK Basin-Îş), Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA), DFG’ê û MKG’ê dê li Qada Şîşhaneya Beyoglûyê saet 18.00’an bi girseyî daxuyanî were dayîn.